Hejmara 15emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Reywanîya Heqîqetî” derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameya Azadiya Welat di hejmara 15emîn de bi kirmanckî manşeta “Raywanîya Heqîqetî” avêt û bal kişand ser kevneşopiya Rojnameya Kurdistan ku di 22yê Nîsana 1898an de dest bi weşangeriyê kiribû. Rojnameyê bi zaravayê kirmanckî li ser girîngî, wate, kevneşopiya çapemeniya azad û têkoşîna heqîwetê bi Hevserokê DFGê Selman Çîçek re hevpeyvîn kir.
Li ser rojeva Kurdistanê gotarên balkêş
Rojnameyê di rûpela Jin de bi ser navê “Jineolojî û perwerde” cih da gotara Mulkiye Birtane. Rojnameyê dîsa bi ser navê “Têkoşîna civaka polîtîk û exleqî” cih da gotara Felemez Ulug û bal kişand ser girîngiya têkoşîna civakê ya li dijî şerê taybet, tiryak, fihaş û êrîşên li dijî hebûna civakê. Rojnameyê di rûpela çandê de jî bi sernavê “Di yekîtiya neteweyî de rista çanda Kurdî” cih daye gotara rojnameger Mehmet Şahîn û balê dikişîne ser girîngiya çandê ya ji bo yekîtiyê.
















