• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

    ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Saziyên çand û hunerê: Em piştgiriyê didin banga birêz Abdullah Ocalan

4 ADAR 2025 - 10:57
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Saziyên çand û hunerê yên li Amedê têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan û destnîşan kirin ku ew xwedî li banga dîrokî derdikevin û ew ê wek hunermendên gel bi berpirsiyariya xwe rabin.

Piştgiriya ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Saziyên çand û hunerê yên li Amed û Batmanê ji bo piştgiriyê bidin banga dîrokî li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûrê bi navê “Hunermend Piştgiriya Banga Serdemê Dikin” daxuyaniya çapameniyê li dar xistin. Gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya bi Kurdî şanoger Omer Şahîn xwend û wênesaz Neşe Toprak jî daxuyaniya bi Tirkî xwend.

Daxuyaniya saziyên çand û hunerê bi vî rengî ye:

“Em banga Abdullah Ocalan xwedî derdikevin.

Weke hunermendên ku bi hêza hunerê bawer in û armanca wan aştiya civakî ye, em piştgiriyê didin banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê. Huner ziman û wijdanê gelan e. Em hunermend in ku berhemên ku êşa mirovan sivik dikin, hêviyên wan mezin dikin û daxwazên wan ên azadiyê diyar dikin derdixin holê. Ji ber vê yekê em Bangawaziya Sedsalê ya ji bo rawestandina şer, pevçûn û dubendiya civakî bi qîmet dibînin. Em xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, derdikevin.

Em weke hunermendan bi rola xwe dizanin

Avakirina pergala civakî ya demokratîk ku li ser rêgezên azadî, wekhevî û dadê hatiye avakirin berpirsyariya me hemûyan e. Em weke hunermend di vê pêvajoyê de bi rola xwe dizanin û ji gelê xwe re radigihînin ku em amade ne bi hemû hêza xwe ya hunerê re ji bo civakîkirina aştiyê erka xwe pêk bînin. Di vê pêvajoyê de em careke din diyar dikin ku divê hikûmet bi hesasiyeta birêz Ocalan a ji aştiyê re bi heman hesasiyetê nêzîk bibe. Û wek yek ji muxatabên vê bangê em berpirsyariya bingehîn a dewletê tînin bîra wê. Em girîngiyê didin bingeha hiqûqî û siyasî ya ku birêz Ocalan destnîşan kiriye. Em dizanin ku tenê li ser wê zemînê em hunermendên Kurd dikarin bi azadî huner, ziman û çanda xwe bijîn.

Divê her kes bi berpirsiyarî rabe

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aliyên civakê dikin ku perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ya ku birêz Abdullah Ocalan eşkere kiriye; bi berpirsyarî rabin. Em ji bo dahatuyeke azad a ku din ava aştiyek bi rumet de geş dibe li vir in û heta avakirina civakek demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin!”

Etîket: Abdulah OcalanBanga Aştiyê û Civaka Demokratîksaziyên çand û hunerê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li gelek navçeyên Stenbolê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

Li gelek navçeyên Stenbolê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

4 NÎSAN 2026
‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

18 SIBAT 2026
Rêberê Gelê Kurd kuştin dan sekinandin

Rêberê Gelê Kurd kuştin dan sekinandin

16 KANÛN 2025
Endamên Koma Amed serdana saziyên çand û ziman kir

Endamên Koma Amed serdana saziyên çand û ziman kir

24 COTMEH 2025
Hunermendên Kurd: Êdî dem dema avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e

Hunermendên Kurd: Êdî dem dema avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e

31 TÎRMEH 2025
Dr. Veysî Ulgen: Aştî bingeha tenduristiyê ye

Dr. Veysî Ulgen: Aştî bingeha tenduristiyê ye

16 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jina Kurd Dr. Ronay Bakan du xelatên akademîk wergirt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (457)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne