Fermandariya leşkerî ya navendî ya Îranê îro ragihand ku ji ber “dorpêça deryayî” ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), biryara vekirina Tengava Hurmuzê betal kirine û tengav careke din hatiye girtin.
Îranê di daxuyaniya xwe ya li televîzyona dewletê de destnîşan kir ku Washingtonê di çarçoveya muzakereyan de sozên xwe yên ji bo rakirina ablûkaya li ser bendergehên Îranê bi cih neanîne.
Daxwaza ‘azadiya gerê’
Di daxuyaniya artêşa Îranê de hat diyarkirin ku heta DYA azadiya gerê ji bo hemû keştiyên diçin bendergehên Îranê dabîn neke, wê Tengava Hurmuzê di bin “kontrola tund” de bimîne. Fermandariya Îranê ragihand ku rewşa tengavê vegeriyaye “halê xwe yê berê” û kontrola tam di destê hêzên çekdar de ye.
Krîza navbera Washington û Tehranê
Ev biryar piştî daxuyaniya Serokê DYAyê Donald Trump hat ku gotibû ablûkaya deryayî wê heta “temambûna peymanê” berdewam bike. Îran jî bi hinceta ku Washington peymanên berê binpê dike, ragihand ku wê rê nede derbasbûna keştiyan.
Tengava Hurmuzê ku ji bo bazirganiya enerjiyê ya cîhanê xaleke krîtîk e, bi vê biryarê careke din ket navenda aloziyên leşkerî û aborî.













