Bedlîs – Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku di roja 9an de ye, bi konsera Sorjiyan û Babetna berdewam kir. Konser rastî eleqeyeke mezin hat.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku di roja 9an de ye, bi konsera Sorjiyan û Babetna berdewam kir. Konser, tevî sermayê jî ji aliyê welatiyan ve rastiyê eleqeyeke mezin hat û hunermend û welatiyan demên xweş derbas kirin. Ewilî Sorjiyan derket ser dikê û stranên xwe ji bo guhdarvanan got. Sorjiyan strana xwe ya bi navê “Tu” ku li herêma Bedlîsê qilîba wê kişandiye got û guhdarvanan jî bi baldarî gundarî kir. Dû re bi stranên gelêrî govend gerandin û sermaya şevê bi govendê şikandin.
Piştî Sorjiyan Koma Babetna derket ser dikê û bi stranên xwe qad coşand. Guhdarvanan bi kêfxweşî guhdariya stranên Babetna kirin û di gelek stranan de hevaltiya komê kirin. Koma Babetna ku di sala 2016an de hatiye damezrandin, girîngiyê dide pirrengiya çandî û biratiya gelan û navê xwe ji peyva Kirmançkî ya “Cureyên Cûda” digire.