Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bendava Tişrînê ji xizmetê derket.
Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser bendava Tişrînê daxuyanî da. Desteya Enerjiyê anî ziman ku balafirên şer ên dewleta Tirk ji vê sibehê de bendava Tirşînê de bombebaran dike û wiha got: “Di encamê de bendav bi temamî ji xizmetî derket. Turbîna sêyemîn dihat sererastkirin. Lê bi derketina bendavê ji xizmetê û zirarên pê bûne, bendav bi tevahî tevî alavên kehrebê rûbirûyî gefa noqbûnê ye.”
Desteyê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi awayekî lez destwerdanê bike ku karesateke mirovî li herêmê çênebe. Desteyê ji koalîsyonê xwest ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî avahiyên xizmetguzariyê û bendavan bi dawî bike.