• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Tu hewldanên ku statuya Kurdan tune dihesibînin nikarin aştiyekê pêk bînin’

Amed / AW

12 ÇILE 2026 - 14:34
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ku bi daxuyaniya li Baroya Amedê da êrişên li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şermezar kirin wiha got: “Tu hewldanên çareseriyê yên ku statuya siyasal a Kurdan tune dihesibînin nikare aştiyekê pêk bînin.”

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê têkildarî êrîşên li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Heleba Sûriyeyê li avahiya Baroya Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û êrîş şermezar kirin. Pêkhateyên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Platformê Yildiz Ok Orak metnê daxuyaniyê yê bi Tirkî xwend.

‘Berpirsiyariya mezin ya Komara Tirkiyeyê ye’

Hevberdevka Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê Yildiz Ok Orak anî ziman ku şerê navxweyî ku bi salan e ku li Sûriyê didome; bûye sedama êşên mezin ên mirovî, wêrankirinên berfireh û binpêkirinên giran ên mafê mirovan û wiha got: “Di demê herî dijwar ên pevçûnan de, Kurdan di şerê li dijî DAÎŞê û pêkhatiyên mîna wan ên radîkal de, di parastina gelê sivîl de roleke krîtîk lîstin.” Yildiz Ok Orak diyar kir ku êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê nikarin weke meseleyeke ewlehiyê bê dîtin û wiha domand: “Ev êriş di serî mafê jiyanê rê li ber binpêkirinên mafên mirovan vedike û rîska ku jinûve li gelemperiyê Sûriyeyê şer û pevçûnên kêm bûne, zêde bibin heye. Di agahî û dîmenên ku çapemeniyê bi rayagiştî re parvekirine de tê dîtin ku nexweşxane bi çekên giran hatine hedef girtin û mûameleyeke dermirovî li cenazeyên endamên asayîşa herêmî tê kirin. Ev yek binpêkirina hiqûqa şer e û pêkanînên ku bibin sedemê şer mezin bibin e.”

‘Tu hewldanên ku statuya siyasî ya Kurdan tune dihesibînin nikarin aştiyekê pêk bînin’

Yildiz Ok Orak bi lêv kir ku berpirsiyariyeke dîrokî û stratejik dikeve ser milê Komara Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Divê Tirkiyeya ku têkiliyên wê yên leşkerî û dîplomatîk ên kûr bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê re hene, ji bo bidawîkirina şerê li Helebê, ji bo îstîkrara herêmê rola Tirkiyeyê ya ‘navbeynkariyeke’ çêker girîng e. Divê meseleya Kurd ji çarçoveya teng a polîtîkayên leşkerî û ewlekariyê bê derxistin di bingeha mafên mirovan, demokrasiya herêmî û tevkariyeke siyasî ya hemûgir bê destgirtin. Têre nake ku civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên mafên mirovan tenê di çarçoveya alîkariya mirovî de nêzî geşedanên li Helebê bibin. Tu hewldanên çareseriyê yên ku statuya siyasal a Kurdan tune dihesibînin nikare aştiyekê pêk bînin.”

‘Aştiya mayînde bi rêya diyalogê dê pêk were’

Yildiz Ok Orak diyar kir ku rêya aştiya mayînde ne di rêbazên zext û leşkerî re dikare bi rêya diyalog û garantîya hîqûqî pêk were. Yildiz Ok Orak axaftina xwe bi van daxwazan bi dawî kir: “Em dixwazin ku li Helebê zextên leşkerî û êrîşên li dijî kurdan bi lez û bez bên rawestandin, di avakirina Sûriyeya nû de; parastina nasname, ziman û hebûna çandî ya gelê Kurd, parastina hemû mafên neteweyî û demokratîk pêk were û em bang li civaka navdewletî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo parastina sivîlan û bidawîbûna êrişan roleke baş bilîze. Çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê ne bi şer û tundiyê bi parvekirineke adilane û hemwelatîbûna wekhev pêkan e. Em bang li hemû rayagiştî ya demokratîk û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî êrişên li ser Kurdan zêde dibin bisekinin û ji bo Sûriyeyeke demokratîk ku mafê rewa yên gelê Kurd bê nasîn berpirsyariyê bigirin ser xwe.”

‘Ev êrîşên bi hovane tên kirin em şermezar dikin’

Pişt re Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî axivî. Abdulkadîr Guleç diyar kir ku êrişên hêj berdewam dikin hem li dijî jiyana mirovan e û hem jî binpêkirina aşkere ya mafên mirovan e û wiha got: “Em vê êrişa hov a ku li dijî sîvîlan tê kirin bi tundî şermezar dikin. Li vir banga me ji bo Tirkiyeyê heye. Li Tirkiyeyê pêvajoyek di rojevê de ye ku tê de berpirsiyara Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin. Em daxwaz dikin ku Tirkiye li Rojava û li Sûriyeyê jî vê rolê bileyize û bibe alîkarê çareseriyê. Kurdên Rojava xwişk û birayên me ne.”

‘Daxwaza Kurdan statuye’

Abdulkadîr Guleç anî ziman ku pirsgirêka Kurd li Rojava jî bi şer, bi pevçûn û bi kuştinê nayê çareserkirin; tenê bi rêbazên demokratîk û li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî dikare were çareserkirin û wiha bi lêv kir: “Daxwaza me û bangawaziya me ev e: Meseleya Kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê jî heye. Kurdên Rojava dixwazin bi ziman, çand, dîrok û statuya xwe ya siyasî bi rûmet bijîn. Tirkiye jî wekî saziyên navneteweyî divê pêşiya vê daxwazê vebike. Bila şer were sekinandin, bila pevçûn werin rawestandin û aştiyek pêk were.”

Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Abdulkadîr GuleçPlatforma Piştevanî û Parastina Bajêr a AmedêTaxên Şêx Meqsûd û EşrefiyeyêYildiz Ok Orak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

11 NÎSAN 2026
Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

3 SIBAT 2026
‘Ev hişmendî naxwaze Kurd dilopek avê vexwin’

‘Ev hişmendî naxwaze Kurd dilopek avê vexwin’

31 ÇILE 2026
‘Divê Deriyê Sînor demildest were vekirin’

‘Divê Deriyê Sînor demildest were vekirin’

27 ÇILE 2026
Yekitiya Parlamanterên Jin ên Kurd: Destwerdan aştiyê têk dibin

Yekitiya Parlamanterên Jin ên Kurd: Destwerdan aştiyê têk dibin

15 ÇILE 2026
‘Dewleta Tirk ji aliyekî ve dibêje aştî li aliyê din êriş dike’

‘Dewleta Tirk ji aliyekî ve dibêje aştî li aliyê din êriş dike’

12 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin  HATE NÛKIRIN

    Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya konferansa yekîtiyê: Berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî dema yekîtiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê li gelek bajaran daxuyanî da: Divê qanûn werin çêkirin û gavên bi lez bên avêtin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gundewarên Kobaniyê provokasyona komên Tirkiye û Şamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (975)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne