• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    Atîlla Yenîsoy: Heta ke Serek Apo azad nêbo, aştî şaşitî ya

    Tevî ku astengdar e jî aştî û azadiyê qîr dike: Divê dewlet zû gavan biavêje

    Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    Atîlla Yenîsoy: Heta ke Serek Apo azad nêbo, aştî şaşitî ya

    Tevî ku astengdar e jî aştî û azadiyê qîr dike: Divê dewlet zû gavan biavêje

    Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogûllari: Divê tavilê şertên azadiya Ocalan bên amadekirin

Enqere / AW

6 NÎSAN 2025 - 12:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hê jî didome û got: “Çi dibe bila bibe divê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad tavilê bên avakirin. Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgoyê nabe.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî bi serokatiya Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari civîna hevserokên bajaran hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civînê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo nirxandina geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn û diyarkirina nexşerêyê civiyane. Tulay Hatîmogûllari got ku pîrozbahiyên 8ê Adarê û Newrozê gelek girseyî debas bûn moral û motîvasyona zêde bandor li meşa Amarayê jî kiriye.

‘Daxwaza hevpar azadiya Ocalan e’

Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: “Hem di 8ê Adarê de hem jî li Amarayê daxwaza hevpar a gelan, azadiya birêz Abdullah Ocalan bû. Peyama sererastkirina şert û mercên birêz Ocalan pir xurt hate dayin. Xwedîderketineke mezin hebû. Bi milyonan kesên daketin qadên Newrozê, bang li dewletê kirin ku bersiva banga aştî û civaka demokratîk bide û gavan biavêje. Me bi hev re got ku piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. Lê mixabin îktîdarê hêj gavên şênber neavêtiye. Hem li hundir hem jî li derveyî welat hemû derdor xwedî li bangê derketin û xwestin dewlet gavan biavêje lê hêj gavên şênber nehatine avêtin.

Rojnamegerên hatine kuştin bi bîr anî

6ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştinê ye. Di şexsê Mûsa Anter, Ugur Mumcu, Hrant Dînk, Ferhat Tepe, Metîn Goktepe, Kadrî Bagdu, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hemû rojnamegerên hatine kuştin bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim. Rojnameger, di serî de mafê me yê agahîgirtinê diparêzin. Pênûs û klavyayên azad ji bo mafê agahîgirtinê yê gel bi şev û roj xebitîn û bedel dan. Bedela herî giran bi jiyana xwe dan. Bila soza me be ku dê ew pênûs û klavye neşikên.

Geşedanên li cîhanê

Li seranserî cîhanê aloziyên jeopolîtîk zêde dibin. Mixabin geşedanên nû û rejîmên zordest, di serî de gelên Rojhilata Navîn têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan vedişêre. Pêvajoya ku di 7’ê Îlonê bi dagirkirina Filistînê ji hêla Îsraîlê ve dest pê kir, bi şerê Rûsya-Ûkraynayê, bi geşedanên li Lubnan, Iraq, Yemen û herî dawî Sûriyeyê didomin. Ev jî yekser bandorê li Tirkiyeyê dikin. Trump, bi daxuyaniya dawî re şerê bazirganiyê derxist qonaxeke nû ku gelek xetere ye. Em bi geşedanên ku dê ji hêla aborî, leşkerî, siyasî û civakî ve bandorê li tevahiya cîhanê bikin re rû bi rû ne.

Şerê sêyemîn ê cîhanê

Em di erefeya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Îxtîmala ku şer li seranserî cîhanê belav bibe zeîf nîne. Em dibînin ku welatên Ewropayê di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de paş dikevin û ev gelek xetere ye. Yek ji xetereya herî mezin jî ew e ku welatên Ewropayê jî di nav de li seranserî cîhanê dewlet ji bo çekan budçeyeke zêde vediqetînin. Divê encamên şerekî wiha bên texmînkirin. Li hêla din divê şerekî bi çekên nukleerî jî neyê jibîrkirin ku ev yek dê rê li ber cîhaneke nema dikare jiyan lê hebe veke.

Peymana civakî

Geşedanên li Sûriyeyê yekser bandorê li me û Tirkiyeyê dikin. Geşedanên piştî guherîna rêveberiya li Şamê diqewimin, baş nînin. Êrişên ser gel û baweriyên cuda didomin. Li dijî van êrişan, em bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk re ne. Heke peymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş xistî li seranserî Sûriyeyê bikeve meriyetê, dê bi xwe re çareseriyên mayinde bîne. Ev yek jî dê yekser bandorê li ser Tirkiyeyê jî bike.

Pêkanînên antîdemokratîk

Li Tirkiyeyê kaoseke cidî heye. Van geşedanan eleqeya xwe bi Sûriye û Rojhilata Navîn re hene. Tirkiye demekî dirêj e krîzeke aborî dijî. Ji hêla demokrasî û darazê ve jî krîzê dijî. Di demekî wiha de birêz Ocalan bang kir. Lê îktîdar û dewletê hêj baş fêm nekiriye û bersiveke xurt nedaye. Di demekî em li benda demokratîkbûnê, avêtina gavan û başkirina mercên Îmraliyê de rastî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin. Berteka gel a li dijî vê operasyonê geşedaneke gelek girîng e. Civakê nîşan da ku nêzikatiya îktîdarê ya ku diçe bêhtir otorîter dibe qebûl nake û rêya demokrasiyê nîşan da. Îktîdar li şûna ku vê fêm bike, gaz û cop bi kar anî. Ev nayê qebûlkirin. Weke DEM Partiyê em sepanên dijdemokratîk qebûl nakin. Em vê nêzikatiyê, weke sabotajeke li dijî banga aştî û civaka demokratîk dibînin. Siyaset, daraz, hiqûq û edalet di bin kavilan de ye. Em mecbûr in rizgar bikin.

Banga Abdullah Ocalan

Dixwazim careke din bibêjim ku tecrîda li Îmraliyê didome. Çi dibe bila bibe divê tavilê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad bên avakirin. Hem dê navê ‘guftûgoyê’ li pêvajoyê bikin hem jî dê vê pêvajoyê bêdiyalog bimeşînin. Tiştekî wiha nab e. Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgo nabe. Hêvîdarin dewlet û îktîdar vê rast binirxîne. Em dibînin dema ev geşedan diqewimin banga birêz Ocalan ji bo aştiya navxweyî çiqasî girîng in. Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo 85 milyon hemwelatiyan e.

1ê Gulanê

Me xwe bi rêxistinkirinê gihand van rojan. Niha dema wê ye ku em vê hêza xwe derbasî qonaxa destkeftiyên bikin. Lewma pêdivî bi yekitiyên xurt heye. Bila gumana kesekî nebe ku em ê komara demokratîk wiha ava bikin. Em bi moral û motîvasyona 8ê Adarê, Newroz û Amarayê tên û niha dora 1ê Gulanê ye.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Atîlla Yenîsoy: Heta ke Serek Apo azad nêbo, aştî şaşitî ya

Tevî ku astengdar e jî aştî û azadiyê qîr dike: Divê dewlet zû gavan biavêje

17 GULAN 2026
Li Stenbolê konferansa ‘Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’ hate lidarxistin

Li Stenbolê konferansa ‘Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’ hate lidarxistin

17 GULAN 2026
Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

16 GULAN 2026
Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

16 GULAN 2026
Li Cizîra Botan bi hezaran kes ji bo aştî û azadiya Ocalan meşiyan

Li Cizîra Botan bi hezaran kes ji bo aştî û azadiya Ocalan meşiyan

16 GULAN 2026
Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (447)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne