• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

    Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sêrt / AW

16 GULAN 2026 - 16:51
Kategorî: ROJANE
A A
Bi pêşengtiya MEBYA-DERa Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Zeynep Çirav (Zeynep Elînç) a ku di encama şer de li bajarê Şehbayê jiyana xwe ji dest dabû, hate kirin.

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Zeynep Çirav (Zeynep Elînç) a ku di 27ê Tîrmeha 2019an de li bajarê Şehbayê yê Efrînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû hate kirin. Di serdana şînê de rêveber û endamên MEBYA-DERê, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê M. Zekî Îrmez, Hevşaredara Sêrtê Safiye Alagaş, rêveberê û endamên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê, TUAY-DER, aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Girseya ku bi ber mala şînê ve meşiya dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Girse piştî derbasî hundir bû ewilî dua hatin kirin û pişt re jî ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.

Hevseroka MEBYA-DERa Sêrtê Emîne Aşkan ku li ser navê saziyê axivî, ewilî xêrhatina mêvanan kir û got: “Hevala Zeynep jî keça me bû, ew ê her tim di dilê me de be. Heta em sax bin û dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li pey doza wan bin û bibin şopdarên rêya wan. Em soz didin ku heta xeyalên wan bi cih neyên em ê serî daneynin. Serê malbatan û serê gelê Kurd sax be.”

‘Ev ji vo gelê Kurd serbilindahiyek mezin e’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê M. Zekî Îrmez jî wiha got: “Em wekî gelê Kurd li ser ruyê dinyayê yên ku herî maye bêstatu ne. Ev ji bo gelê Kurd ne weke kêmasiyeke, ev rûreşî ya tevahî cîhanê ye. Gelê Kurd her tim li ber xwe daye û têkoşiya ye. Em jî dixwazin weke hemû gelan bi nirxên xwe bijîn. Çi gel di cîhanê de hene em dixwazin bi wan re bi aştiyane bijîn. Sed sal in tu kesê weke gelê Kurd li ber xwe nedaye û têkoşîn nekiriye. Ev tê wê wateyê ku gelê Kurd bi rûmet e. Me li hember tunekirinê û înkarkirinê tu carî serê xwe netewandiye. Hevala Zeynep li cihekî weke Rojava jiyana xwe ji dest da. Bi saya wan cangoriyên Rojava li cîhanê dema ku qala Kurdan tê kirin, qala fedaîbûn, rûmet û bişerefbûna wan tê kirin. Û qala li hemberî hovîtiya li dijî DAIŞê û qala rûmeta parastina mirovahiyê tê kirin. Ev ji bo gelê Kurd serbilindahiyeke mezin e.”

‘Bila serê gelê Kurd û Serokatî sax be’

Apê Zeynep Çiravê, Kemal Elînç jî xêrhatina hemû mêvanan û saziyan kir û got: “Şehîd ne şehîda me bi tenê ye, ya hemû Kurdan e. Ev şehîd ne ya yekemin e û ne ya dawiye jî. Em ji rebê xwe dixwazin ku bibe ya dawî. Bila serê gelê Kurd, Serokatî û ew kesên ku ji bo vê têkoşînê ked dane saxbe.”

Etîket: MEBYA-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

12 GULAN 2026
MEBYA-DERê li Erganiyê cangorî bi bîr anîn

MEBYA-DERê li Erganiyê cangorî bi bîr anîn

6 GULAN 2026
Ercan Veske yê HPGî li gel 6 hevalên xwe hat bibîranîn

Ercan Veske yê HPGî li gel 6 hevalên xwe hat bibîranîn

26 NÎSAN 2026
Li Stenbolê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

Li Stenbolê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

26 NÎSAN 2026
Ji bo Mehmet Konûr ê ARGKî piştî 32 salan şîn hate danîn

Ji bo Mehmet Konûr ê ARGKî piştî 32 salan şîn hate danîn

23 NÎSAN 2026
Li Agirî, Şirnex û Stenbolê serdana goristanan dom kir

Li Agirî, Şirnex û Stenbolê serdana goristanan dom kir

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (424)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne