• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tûncer Bakirhan: Divê komîsyon bêyî ku rojekê jî winda bike biçe Îmraliyê

Enqere / AW

18 MIJDAR 2025 - 14:30
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di komcivîna partiya xwe de axivî, bal kişand ser daxuyaniya Devlet Bahçelî û got: “Birêz Bahçelî li dijî kesên pêvajoyê dereng dixînin ew peyam da. Divê komîsyon bêyî ku rojekê jî winda bike biçe Îmraliyê.”

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan derbarê geşedanên di rojevê de di komcivîna partiya xwe de axivî. Tûncer Bakirhan ji bo aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevşeredara berê ya Cizîrê Berîvan Kûtlû ku duh jiyana xwe ji dest dabû sersaxî xwest û dest bi axaftina xwe kir. Tûncer Bakirhan anî ziman ku di hemû civînên wan de daxwaza aştiyê derketiyê pêş û bal kişand ser geşedanên li Rojava, Sûriyê, Başûr, Îraq û Rojhilata Navîn û got ku divê mafê hemû gelan bê mîsoger kirin.

Tûncer Bakirhan bi lêv kir ku divê Tirkiye bi awayekî erênî bandor li pêvajoya demokratîkbûyina Suriyeyê bike û got ku li Sûriyeyê jiyaneke nû tenê bi mîsogerkirina mafên hemû welatiyên Suriyeyê dê pêk bê. Tûncer Bakirhan derbarê hilbijartinên parlamentoya Îraqê de jî diyar kir ku hikûmeta li Iraqê ava bibe divê bendewariya gelên Îraqê pêkbînê û divê maf û azadiya gelan pêk were. Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq tê binpêkirin û got: “Îdaanameya ji bo Ekrem Îmamoglu em dinerin tenê gilî hene. Sedem, suc tiştek tune ye. Her wiha doza girtina CHPê jî ti çareseriyan bi xwe re nayne.”

‘Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ji bo Tirkiyeyek demokratîk bidomînin’

Tûncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a ji bo girtiyên Doza Kobanê û wiha pê dê çû: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sê caran biryar daye ku Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên ku di doza Komploya Kobanê de tên darizandin, divê ben berdan. Divê biryarên DMME û Dadgeha Bingehîn tavilê werin bicîhanîn. Em demokrasî û aştiyê, ne alternatîf, lê hêzên temamker dibînin. Em her nêzîkatiyek ku herduyan ji hev vediqetîne û yekê ji bo yê din feda dike red dikin. Em herduyan jî wekî sedema hebûna xwe dibînin û em ê vê yekê bidomînin. Weke DEM Partî, em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ji bo Tirkiyeyek demokratîk bidomînin.”

‘Aştî bê qanûn nabe’

Tuncer Bakirhan derbarê budçeya sala nû de jî anî ziman ku çavkaniyên budçeyê ji cihên şaş re tên veqetandin û got: “Weke DEM Partî em dibêjin bila budçe ne ji bo şer, ne ji bo sermayedaran lê ji bo gel be vêqetandin. Em aştiyê bi pêkanîna hiqûqê dikarin ava bikin, bê hiqûq aştî pêk nayê. Cihekî ku çek bêdeng bûn hiqûq jî bêdeng bimînê baweriya pêvajoyê jî kêm dibe. Ji ber vê yekê, divê ev pêvajo bi Qanûna Serdema Veguhêz were ewlekirin. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk ji bo hemû rengan, hemû dengan û hemî baweriyan li vî welatî bi cih were. Werin em van qanûnan bêyî derengmayînê bi cîh bînin. Em dibêjin, werin em bi kevirên bingehîn ên qanûnî li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin. Em di zagonan de reformekê bikin û ji bo hemû kesan edaletê pêk bînin. Akademîsyenên bi KHKê ji kar hatinê avetin dîsa vegerînin li ser karê xwe.”

‘Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê’

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku divê sepana qeyûman bi dawî bibe û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin. Tûncer Bakirhan bal kişand ser biryarên Lîjneya Çavderiyê ya Girtîgehan û got ku beyî dereng hiştinê divê girtiyên nexweş demildest ben berdan. Tûncer Bakirhan derbarê xebatên komîsyonê û daxuyaniya Serokê MHPê Devlet Bahçelî de jî ee nirxandin kir: “Komîsyon dikare rêya aştiyê bi edalet û hiqûqê pêkbîne. Ev berpirsyarî li ser milê komîsyonê ye. Em bawer dikin ku komîsyon vê berpirsiyariya xwe pêk bîne. Birêz Devlet Bahçelî di civîna koma xwe ya parlementoyê de tiştên pir girîng vegot. Gotinên Birêz Bahçelî yên ji bo çûna komîsyonê ya li Girava Îmraliyê û hevdîtina bi birêz Ocalan re ku muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye, pir bi watê bû. Wêrekî û berpirsiyariyeke dîrokî nişan da. Daxuyaniya birêz Bahçelî peyama ji bo parastina pêvajoyê û li dijî helwestên dereng dixin e. Divê ev daxwaz demildest bi cih were. Divê Komîsyon, niha biryara xwe bide û bêyî ku rojekê jî winda bike biçe Îmraliyê. Nêzîkatiya rast ew e ku serdana Îmraliyê neguhere navendeke nakokiyên siyasî an jî tabûyekê. Weke DEM Partî em ji roja ewil ve vê daxwazê dikin û dibêjin divê aştiyeke mayinde pêk were.”

Etîket: DEM PartîHevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhanparlemento
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

16 GULAN 2026
Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

16 GULAN 2026
Li Wanê konsera ‘Dem dema guhertinê ye’ hat lidarxistin

Li Wanê konsera ‘Dem dema guhertinê ye’ hat lidarxistin

16 GULAN 2026
Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

‘Em ê bi hev re banga aştiyê bilind bikin’

14 GULAN 2026
Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

13 GULAN 2026
Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (441)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne