Ji bo parastina Bendava Tişrînê û rawestandina êrişên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê yên li ser bendavê, çalakiya nobedê ya gel di roja 7an de didome.
Bendava Tişrînê çavkaniya girîng a av û ceyranê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên li ser binesaziya herêmê didomîne. Ji destpêka meha Kanûnê û vir ve êrişên li ser Bendava Tişrînê dijwar bûn e.
Gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ji bo parastina bendavê ji 8ê Çileyê û vir ve li ber bendavê di nobedê de ne.
Di roja çaremîn de gelê Kantona Cizîrê ji bo piştgiriyê tev li nobedê bû. 13ê Çileyê jî şêniyên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê tev li nobedê bûn.
Nobed li gel hewa sar jî di roja 7an de berdewam dike.