• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YRJ: Em ê armancên xwe pêk bînin

Navenda Nûçeyan / AW

28 HEZÎRAN 2025 - 12:42
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
YRJê bi boneya salvegera 5emîn a damezirandina xwe daxuyanî da û wiha got: “Em diyar dikin ku em pabendî dewamkirina rêya me dest pê kiriye ne û em ê armancên YRJê pêk bînin.”

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya salvegera 5emîn a damezirandina xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê daxuyanî da. Rojnamevanên jin ku cil û bergên xwe yên neteweyî bi cil û bergên xwe yên neteweyî amade bûn.

Endama Desteya Rêveber a YRJê Newroz Demhat bi zimanê kurdî û berdevka YRJê Arîn Siwêd bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Îro salvegera 5emîn a damezirandina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) e ku wek pêwîstiyeke dîrokî û rêxistinî ji bo afirandina çapemeniya azad û demokratîk hatiye destpêkirin ku dozên jinan û civakê nîşan bide û li dijî zîhniyeta baviksalar a ku hebûna jinan bi dirêjahiya sedsalan paşguh kiriye, tê dikoşe.

Damezirandina YRJê ne tenê gaveke rêxistinî bû, lê encama daneheva têkoşîneke demdirêj a jinan di qada çapemeniyê de û fedakariyên mezin ên ku jinên rojnamevan di oxira gihandina rastiyê de dane, hat avakirin. Em bi vê boneyê hevrêyên xwe yên şehîd Cîhan Bîlgîn, Dilîşan Îbiş, Eylûl Nûhilat, Rohenda Efrîn, Dilovan Gever, Arîn Cûdî û hemû kesên di oxira avakirina ragihandineke jinan a berxwedêr de jiyana xwe feda kiriye, bi bîr tînin. Dengên wan bûn çira û rêya têkoşîna me ya berdewam ronî kir.

Em rojnamegeriyê wekî amûreke berxwedana fikrî û rêxistinî dibînin. Di dirêjahiya serdeman de saziyên rojnamegeriyê yên li gel zîhniyeta baviksalariyê hatine avakirin, vê zîhniyetê di civakê de xurt dikin û pirsgirêkên jinan di nêrîneke teng de dinirxînin.

Ji çarçoveya şikandina vê rêbaza desthilat û baviksalariyê ya ku li ser jinan hatiye ferzkirin, em dibînin ku damezirandina qadeke rojnamegeriya azad pêwîstiyeke bingehîn bû. Li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye, em bawer in ku dengê jinan di rojnamegeriyê de gaveke cewherî ya ber bi avakirina civakeke adil û azad ve ye.

Her çend tecrubeya YRJê tenê 5 salan dom dike jî, ew li ser mîrateyeke xurt û berfireh ava dibe ku demeke dirêj e sazûmankirina baviksalariyê dixe ber pirsyariyê û hewl dide alternatîfên wê biafirîne. YRJ wek yek ji formên vê sazûmankirina alternatîf derketiye pêş.

Xebata me ji komeke jinan dest pê kir û di avakirina modeleke nimûne ya rojnamegerî û xebata çapemeniyê de bi hevkariya rêxistinên jinan ên hundirê saziyên çapemeniyê yên giştî, li kêleka bi dehan saziyên rojnamegeriyê û weşanê yên jinan, bi ser ket. Îro bi zêdetirî 500 rojnamevan û nûçegihanan, YRJ çalakiyên xwe di tevahî warên çapemeniyê de berdewam dike û cihê xwe wek dika altarnatîfa çareserkirina dozên civakî, jîngehî, aborî û siyasî xurt dike û girîngiyê dide pirsgirêkên jinan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên rojnameger roleke pêşeng di veguhastina rastiya şer û berxwedanê de ji cîhanê re lîst. Ew di gihandina dengê gel de bi rêya belgekirina her kêliyeke têkoşînê li dijî dagirkeriyê, talankirin û wêrankirina li dijî binesaziya civakî, bi ser ket.

Jinên rojnameger ketin eniyên pêş û bi israreke mezin li hember hewldanên bêdengkirinê û çewisandina rastiyê sekinîn. Rojnamevanan ev yek bi kamera, deng û pênûsan ku wek alavên berxwedan û aşkerakirina rastiyê kirin.

Ruxmî zêdebûna krîzên siyasî, aborî û mirovî li Rojhilata Navîn û cîhanê, em diyar dikin ku projeya me ya avakirina ragihandina demokratîk a azad nasekine. Em têkoşîna xwe ya ji bo ragihandineke rewşa jinan û têkoşîna gelan nîşan bide dewam dikin, ku hişmendiya civakê ber bi nirxên azadî, wekhevî û jiyana hevbeş ve bi pêş bixe.

Bi vê boneyê, em silavên xwe yên serbilindiyê ji her jineke di zeviya ragihandinê de dixebite û ji her jineke di avakirina dengê azad û serbixwe de dibe alîkar re dişînin. Em diyar dikin ku em pabendî dewamkirina rêya me dest pê kiriye ne û em ê armancên YRJê pêk bînin.”

Etîket: JinQamişlosalvegerYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

29 HEZÎRAN 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

23 HEZÎRAN 2026
DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026
Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

21 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (814)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne