Zîlan (Zeynep Kinaci) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, di salvegera xwe de li Êlih û Agiriyê hatin bîranîn.
AGIRÎ
Ji bo salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, li avahiya DEM Partiyê ya bajarê Agirî ji aliyê MEBYA-DERê ve bernameyek bîranînê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.
Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û mûm hatin vêxistin. Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de, soza bi têkoşîna Zîlan û Sema Yuce re hat dubarekirin û biryardariya berfirehkirina mîrateya wan hat nîşandan.
Di bîranînê de pêşandana slaytê ya li ser jiyan û têkoşîna her du jinan jî hat nîşandan.
Bernameya bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.Ji pêşengê Tevgera Azadiya Kurd Zîlan û Sema Yuce hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku Sema Yuce û Zîlan sembolên azadiyê ne.
ÊLIH
Ji bo salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, li avahiya DEM Partiyê ya bajarê Agirî ji aliyê MEBYA-DERê ve bernameya bîranînê li Navenda Çanda Bahar hat lidarxistin.
Endama MEBYA-DERê Guneş Çetinkaya Erdem diyar kir ku Zîlan û Sema Yuce sembolên azadiyê ne û riya wan ronî kirine.
Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Perîhan Begîk jî axivî û da zanîn ku Zîlan û Sema jiyana wan ronî dikim.
Bername bi nîşandana sînevîzyonekê bidawî bû.
MÛŞ
Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeynep Kinaci bi bîr anî. Gelek kes tevlî bîranînê bû û bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Zeynep Kinaci bi dawî bû.
ÎDIR
Li Îdirê Zeynep Kinaci û Sema Yuce, bi pêşengiya MEBYA-DERê li avahiya DEM Partî ya Îdirê hatin bibîranîn. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî axaftinan, sînevîzyon hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
MÊRDÎN
Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li avahiya DEM Partiyê şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka MEBYA-DERê Makbule Okmen di bîranînê de axivî û wiha got, “Destkeftiyên ku heta îro hatine bidestxistin, bi saya têkoşîna şehîdan e. Em jî li vir soz didin van ku her tim xwedî li têkoşîna wan derketin.”
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi xwendina helbestan bi dawî bû.













