• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Zinar Firat bi girseyî hat bibîranîn

Îzmîr / AW

28 HEZÎRAN 2026 - 16:53
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Zinar Firat ê ku di sala 2016 li Lice ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, di 10emîn salvegera şehadeta xwe de li Îzmîrê bi pêşengtiya MEBYA-DERê bi girseyî hat bîranîn.

Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Zinar Firat (Bariş Coşkûn) ê endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) ê ku di sala 2016an li Lice ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, di 10emîn salvegera şehadeta xwe de li avahiya komeleyê bi bernameyekê bi bîr anî. Bibîranîn bi xwendina mewlûdê dest pê kir û pişt re Hevserokê MEBYA-DER a Egeyê Mîkaîl Atan û birayê Zinar Firat, Halîl Coşkun axivîn.

‘Nabe çavên me li Enqereyê be, divê em xwe bi rêxistin bikin’

Mîkaîl Atan da zanîn ku li her bihosta Kurdistanê berdêl hatine dayîn û diyar kir ku pêvajoya îro bi pêşengiya Rêber Apo, Kurd ji aliyê cîhanê û dewletên mêtinger ve hatine naskirin û anî ziman ku armanca bikaranîna çekan a Tevgera Azadiya Kurdistanê jixwe naskirina Kurdan a li cîhanê bû û wiha pê de çû: “Ji niha û pê de jî Kurd dê bi siyaseta demokratîk azadiya xwe ya ava bikin. Ji bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û vir ve, çav li gavên dewletê ne. Mînak em diçin ku derê ji me tê pirsîn çima dewlet gavan navêje. Lê divê were zanîn ku tiştê em li bendê ne, tenê çend qanûn û pakêtên darazê nînin. Em dizanin ku meseleya Kurd pirsgirêkeke hiqûqî ya bingehîn e û hewcedarî bi guhertineke bingehîn heye, ev jî tenê gava ku em hemû xwe berpirsiyar bibînin pêkan e. Divê her kes di vî warî de însiyatîfê bigire, bikeve tevgerê da ku em bikaribin behsa aştiyek û pêvajoyeke rasteqîn bikin. Divê em ji hêsankariya ku her tiştî ji dewletê dixwaze, dûr bikevin. Di vê pêvajoyê de divê em komunan ava bikin, meclîsan çêbikin, bi kurtasî divê em xwe bi rêxistin bikin. Divê çavên me li Enqereyê nebin, divê çav û guhên me li ser gelê me bin. Em soz didin şehîdên xwe, azadiya Rêber Apo û hemû girtiyan nêzîk e.”

‘Berxwedaneke dîrokî nîşan dan’

Birayê Firat Zinar, Halil Coşkun jî anî ziman ku axaftina li ser şehîdan mijarekî giran û kûr e û got: “Hemûyan bi qehremanî li ber xwe da, ji bo vî gelî berxwedaneke dîrokî ya wisa nîşan dan ku bû mijara destanan. Eger îro em behsa pêvajoyekê dikin, ev bi xêra şehîdên me ye. Şehîd namirin.”

Etîket: BîranînHalil CoşkunMEBYA-DERMîkaîl AtanZinar Firat (Bariş Coşkun)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

25 HEZÎRAN 2026
Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

23 HEZÎRAN 2026
Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

21 HEZÎRAN 2026
Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

17 HEZÎRAN 2026
Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

17 HEZÎRAN 2026
Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

17 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (779)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne