• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

Navenda Nûçeyan

29 HEZÎRAN 2026 - 16:50
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
PAJKê şehîd Zîlan bi bîr anî û wiha got: “Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo û şêwaza Zîlan têdikoşe wê ji pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re bibe bersiv û xwedî li xeyalên şehîdan derkeve.”

Koordînasyona PAJKê bi daxuyaniyeke nivîskî Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anî û diyar kir ku ew ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJKê bi vî rengî ye:

“Di meşa me ya mezin a azadiyê de ku nîv sedsal derbas kiriye, bi deh hezaran çalakvan û pêşengên me yên nemir hene ku her yek ji wan nirxekî bêdawî îfade dike. Ev mîrateya me ya herî mezin, sedema hebûna me û hêza me ya têkoşînê ye. Em bawer dikin ku gava em bi ronahiya şehîdên xwe yên ku em bi hebûn û rûmeta xwe deyndarê wan in ronî dibin, tu hêzeke bi hişmendiya tarî nikare me ber bi paş ve bikişîne û em têkoşîna xwe dewam dikin. Bi vê bawerî û hişmendiyê, em hemû şehîdên xwe yên ku pratîkbûna her herî xurt a pêşengiya Rêber Apo û şênberbûna fedaî ya armanca azadiyê ne, carek din bi mînetdarî bi bîr tînin.

Heta jiyaneke wekhev û azad, azadiya fîzîkî ya Rêbertî û aştiyeke bi rûmet em ê bêrawestan têbikoşin

Bêguman fermandar, xwedawenda serketinê ya şerê me yê azadiyê û doza me ya rûmetê ya li ser xeta fedaî ya Apoyî, hevrê Zîlan (Zeyneb Kinaci) ye. Em hevrê Zîlan, nûnera jiyana bi wate û çalakgeriya mezin a di vê rêyê de, di 30emîn salvegera şehadeta wê de bi rêz û mînet bi bîr tînin. Weke hevrê û şopdarên wê; em soza xwe nû dikin ku heta em ji bo gelên xwe û hemû jinên li welatê xwe, herêmê û cîhanê jiyaneke wekhev û azad ava nekin, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger nekin û li ser bingeha aştiyeke bi rûmet pirsgirêka Kurd çareser nekin, em ê bê rawestan têbikoşin.

Gelê me yê ku xwedî civaka kevnar a vê xaka dergûşa mirovahiyê ye; li dijî dagirkerên ku ziman, nasname û çanda wî qedexe kirine, hebûna wê înkar kirine û tunekirin anîne rewşa polîtîkaya bingehîn 200 sal in li ber xwe dide. Li welatê me yê ku şêwaza jiyanê bûye berxwedan, serketin bi pêşengiya Rêber Apo, bi xeta wî ya şer û şêwaza wî ya têkoşînê şênber bû. Ev jî bêguman bi sekna tûj û radîkal a li ser xeta fedaî ya Apoyî derket holê. Fedayîbûna ku navê sekna Rêbertiya me ya ku xwe fedaî azadiya jinan, gelê me û bi giştî ya bindestan kiriye, ji Mazlûman derbasî Kemalan, ji Bêrîtanan derbasî Zîlanan û ji Zîlanan jî derbasî gelê me yê têkoşer bû û di her wateyê de xeteke bi serketinê kilit bûye afirand.

Zîlan pêşengî ji gel û tevgerekê re kir ku ji bo azadiya xwe dibe fedaî

Rola dîrokî û kesayeta dîrokî ya hevrê Zîlan tam li vir watedar dibe. Ji ber ku wê pêşengiya teşegirtina gel û tevgerekê kir ku ji bo azadiya xwe dibe fedaî. Li hemberî dagirkerî, zilm û saltanatên wan bi ruhekî ku bi baweriya azadiyê hatiye strandin, bi dilekî evînê bi gelê xwe ve hatiye girêdan, weke xwediyên hişmendiyeke ku heqîqeta Rêbertiyê fam kiriye, Rêbertiya ku dihêle em li ser bingeha rûmetê ji nû ve bibin xwedî hebûn, rê û tarzê ku divê em çawa şer bikin nîşa me da, fêrkariya têkoşînê afirand. Her wisa şêwaz şênber kir û rê nîşan da ku hebûna me weke jin û Kurd tenê bi Rêber Apo re dikare bikeve ser rêya azadiyê, dikare bi wî re serketinê bi dest bixe û tenê bi xwedîderketineke xurt a li Rêbertiyê û bi sepandina serketinê ya li ser bingeha xeta jiyan û şer, dikarin dagirkeran û pergalên zilmê derbas bikin. Ji ber vê yekê, ji bo gel û tevgera me, Zîlan navê fedaîbûna di xeta Apoyî de, navê misogerkirina serketin û pêşxistina azadiyê ye; israra têkoşîn, ferasat û rêbazê ye. Ew teqîna hêrseke mezin e li dijî pergala serdestiya mêr, nîzama mêtingeriya dagirker û her cûre paşverûtiya ku li ser gelê me û jinan tê ferzkirin; organîzekirina tola dîrokî, xwedawendbûna wêrekiyê û veguherîna hişmendiyê ya ber bi afirandina taktîkê ve ye.

Felsefeya ’em ji mirinê mezintir in’ da gelê me û jinên têkoşer

Hevrê Zîlan xeta Azadiya Jinê li ser pêşengiya têkoşînê bi pêş xist, tevî hemû dezavantajên tevger û gelê me li hemberî dijmin çalak kir û bi vî rengî bû ruh, hiş, dil û xeta çalakiyê ya ku ji parastinê derbasî êrîşê dibe. Wê felsefeya ‘Em ji mirinê mezintir in’ di hundirê her ferdekî gelê me û hemû jinên têkoşer de bi cih kir, vîna civakê veguherand polayê û bû hîndekariya ku helwesta buhayê wê çi dibe bila bibe wê dev ji azadiyê bernedin jiyanî kir. Bi vê yekê re, di nava jinan û bi giştî di nava gelê me de têgihîştin û xeteke têkoşînê şênber kir ku bi derbaskirina mirinê wêrekiyê bilind dike û wateya jiyana bi rûmet şênber dike. Di vê wateyê de hevrê Zîlan, bi îfadeya Rêbertiya me, ji bo me, ji bo hemû jinan û gelê me, Manifestoya Jiyana Azad, Zagona Evînê û Xeta Serketinê ye.

Tevgera me ya azadiyê ya di bin pêşengiya jinan de ku di xeta Rêber Apo de fedaî bûye û bi şêwaza Zîlan şer û têkoşîn dike; wê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk, bi soza xwedîkerketina xeyalên şehîdên xwe û xwedîderketina li hêviyên gelê me yê fedakar û dayikên me yên serbilind ku tevî êşên sed salan jî dev ji aştiyê bernadin bibe bersiv. Divê dost û dijmin, gumanên tu kesê ji vê yekê nebe. Em fedaiyên ku li ser bingeha azadiya jinan û gelê me-gelên me, bi hîndekariya Rêbertî ji xeta Zîlan re bawer kirine û tevlî vê xetê bûne, em ê ji bo azadiyê bi fedaîtî têkoşînê bikin. Em dizanin ku gelê me bi fedaiyên xwe gihîştiye van rojan û ew bi xwe jî di her wateyê de fedaî bûye; xwedî li nirxên me yên azadiyê, li Zîlanan û xwedî li mîmar û garantiya hebûna me Rêber Apo derketiye û wê derkeve jî.

Bi ruhê seferberiyê em ê civakbûna demokratîk bi pêş bixin xeta azadiya jinê bixin meriyetê

Di salvegera çalakî û nemiriya hevrê Zîlan de, em bi vî ruh û baweriyê bang dikin ku em hîn xurtir xwedî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, bi ruhê seferberiyê civakbûna demokratîk pêş bixin, komînan rêxistin bikin û bi vî rengî xeta azadiya jinê bixin meriyetê, jiyana hevbeş a azad li her derê pêş bixin û bi vê zanabûnê tevbigerin ku ev hemû di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re derbas dibin. Divê jin û gelê me bizanibin ku weke Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK), nêzîkatiya me ya li hemberî salvegera 30emîn a Zîlanê dê bi vî ruh û israra têkoşînê be. Bi girtina bingeha jiyaneke bi wate ya azad û têkoşîna radîkal a bênavber a di vê rêyê de, em ê ji bo afirandina pêşeroja bi rûmet a ku jin û gelên me heq dikin, di xeta fedaî ya Apoyî de bibin Zîlan û bigihîjin serketinê. Bi vê îdia û israrê, em carek din pêşenga me ya mezin hevrê Zîlan û di şexsê wê de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz û mînetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya girêdayîbûna bi bîranînên wan re nû dikin.”

Etîket: PAJKşehîd ZîlanZeynep Kinaci
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

Ji PAJKê peyama Newrozê: Divê rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe

20 ADAR 2026
PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

6 ADAR 2026
Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

13 SIBAT 2026
Zeynep Kinaci li Şirnexê hat bibîranîn

Zeynep Kinaci li Şirnexê hat bibîranîn

30 HEZÎRAN 2025
Bi girseyî serdana şîna Pelîn Yilmaz kirin

Bi girseyî serdana şîna Pelîn Yilmaz kirin

30 NÎSAN 2025
Edvard Munch û Qêrîn: “Qêrîna Giyanekê”

Edvard Munch û Qêrîn: “Qêrîna Giyanekê”

31 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (799)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne