• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

21 parlamenteran ji PEyê re nameya ‘Rojava’ şandin

Navenda Nûçeyan / AW

29 ÇILE 2025 - 12:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji Parlamenta Ewropayê 21 parlamenteran nameyek ji Cîgirê Seroka Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas re şandin û jê xwestin ku Komîsyona Ewropayê piştgiriyê bide xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

21 parlamenterên ji Parlamenta Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê û Cîgirê Seroka Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas re nivîsîn û bang li Komîsyona Ewropayê kirin ku bi erka xwe rabe.

Nameya parlamenterên ji Çep a Yekbûyî ya Ewropayê, Kesk/Koma Azadiyê ya Ewropayê, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê, Koma Reformîst û Muxafazakaran a Ewropayê, Tifaqa Demokrat û Sosyalîstan û parlamenterên serbixwe bi vî rengî ye:

“Birêz Kallas,

Em fikarên xwe yên li ser Sûriyeyê bi taybetî jî li ser paşeroja gelê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi we re parve dikin.

Rêveberiya Xweser mîna we daxwaza Sûriyeyeke aştiyane, pirrengî, aram dixwaze ku ji aliyê gelê Sûriyeyê ve were birêvebirin. Di valahiya siyasî ya ji ber Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê de ji kêliya ku kontrola herêmê xiste destê xwe û vir ve, her wiha piştî ku herêm ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, ev pîvan bû bingeha sîstema Rêveberiya Xweser. Di nava şerê navxweyî de jiyaneke bi hev re ya aştiyane û giraveke ji mafên jinan ava kirin û ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê weke modelekê nîşan da ku xwe weke parçeyek ji Sûriyeyê dibîne.

Lê belê niha ku dema biryardanê li ser Sûriyeyê ye, ev modela aştiyane, pirçandî û femînîzmê di bin êrişên belasebep ên milîsên dewleta Tirk de ye û di bin gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ye.

Di vê demê de ku li ser paşeroja Sûriyeyê bi gelek aliyên cuda re hevdîtinên cuda û danûstandin têne kirin, qala tevlîbûna Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li danûstandinan û entegrasyona wan a li Komara Sûriyeyê ya nû tê kirin. Rêveberiyeke nenavendî pêşniyar dikin û di heman demê de destnîşan dikin ku li hemberî metirsiyên derve dikarin xwe biparêzin.

Ev encamên hevdîtinên hesas û girîng ji bo Sûriyeyê û paşeroja wê gelekî girîng e. Em vê nivîsê dinivîsînin, ji bo Komîsyona Ewropayê bandora xwe bi kar bîne, piştgiriyê bide vê civaka demokratîk û xweşbîn, zextê li Tirkiyeyê bike ku êrişkariya xwe bisekinîne.

Em bala we bi taybetî dikişînin ser rewşa li Bendava Tişrînê ku li ser çemê Firatê ye ku di bin êrişa dewleta Tirk de ye. Ev êriş bû sedem ku heta niha nêzî milyonek mirov ji elektrîk û çavkaniyên avê bêpar bimînin û rîsk heye ku eger bendav hilweşe wê felaketeke mezin rû bide. Herikîna avê dikare Bendava Tebqayê jî derbas bike û hilweşîn dikare bigihêje heta Iraqê, bibe sedem ku bi sed hezaran penaberên nû rû bidin. Gelê xwecihî ku ji bo balê bikişîne ser vê gefê, li bendavê xwepêşandanên şermezarkirinê lidar dixe, lê belê gelek caran ji aliyê hêzên hewayî yên Tirkiyeyê ve hate bombekirin û herî kêm 17 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên sivîl dewam dikin. Ji destpêka meha Kanûnê û vir ve di êrişên Tirkiyeyê de nêzî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ambûlans hatinb ombekirin, sûîqest li rojnamevanan hate kirin û depoyên genim hatin xerakirin.

Her wiha em fikarên xwe yên li ser bi hezaran mehkûmên DAÎŞ’ê û malbatên wan ên radîkalbûyî tînin ziman ku ji bo xilasiya ji dîlgirtinê hêviya xwe bi Tirkiyeyê ve girêdane.

Em hêvîdar in ku Yekîtiya Ewropa li hemberî vê destwerdana hilweşîner û derve ya metirsîdar, piştgiriyê bide pêşketinên mînak ên bi pêşengiya Sûriyeyiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, başiya wan ji bo paşeroja Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn e, ji bo ewlehiya me hemûyan e.

Bi hurmet.”

Parlamenterên ku name îmze kirin e

Parlamenterên ku name îmze kirin e ev in: CLAUSEN Per, ORLANDO Leoluca, SCHIEDER Andreas, BARRENA Pernando (GUE/NGL), CHAIBI Leila (GUE/NGL), DEMİREL Özlem (GUE/NGL), EVERDING Sebastian(GUE/NGL), FRAGKOS Emmanouil, GEDIN Hanna (GUE/NGL), GROSSMANN Elisabeth (S&D), HEIDE Hannes (S&D), LOISEAU Nathalie (Renew), MARZA IBANEZ Vincent, MAVRIDES Costas (S&D), PAPANDREOU Nikos (S&D), REUTEN Thijs (S&D), ALIS Ilaria (GUE/NGL), SIDL Guenther (S&D), SJÖSTEDT Jonas (GUE/NGL), STRADA Cecilia Maria (S&D), ZACHARIA Maria.

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyeyêParlamenta EwropayêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (812)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne