• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji heft heta heftê salî dimeşin Amarayê

Omer Demîr / AW

3 NÎSAN 2025 - 08:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Riha – Meşvanên Amarayê 3 rojin ber bi Amarayê ve dimeşin. Gelek ciwan ji Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin tev li meşê bûn. Li gel ciwanan kal û pîr jî hene. Meşwanên ku tev li meşê bûn, diyar kirin ku ew ê mal bi mal azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin ziman.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 1ê Nîsanê de bi boneya 76emin salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qada Şêx Seîd ber bi gundê Amara ve dest bi meşe kir. Ciwan roja yekem ji gundê Pirîmçikê ber bi Sêwêregê ve meşiyan. Roja dûyemin meşwan ji Sêwêrêgê ber bi Curna Rêş û bajaroka Elîgora Pirsûsê meşiyan. Ciwan li gund û navçeyên ku lê rawestiyan ji aliyê welatiyan ve bi girseyî û coş hatin pêşwazîkirin. Meşvan meşa xwe ya bi coş û kelecan berdewam dikin. Meşvan di meşê de azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Di meşê de ne tenê ciwan henê. Her wiha kal û pîr jî hene. Meşvanên tev li meşê bûn li ser armanca meşê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

Azadiya Serok azadiya gelê Kurd e

Kalê 83 salî Abdûlhafiz Çîftçî ku li gel ciwanan tev li meşê bûye diyar kir ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Colemergê tev li meşe bûye û got: “Ez 83 salîme. Ez ji bo biçim Amara û rojbûna Serokê xwe pîroz bikim tev li meşê bûm. Ez bibim sed salî jî ez ê li pişt Serokê xwe bim. Serok tunebe jiyana me jî tune ye. Em ji bo Serokê xwe dijîn. Heta ku Serok azad nebe em jî azad nabin azadiya Serok azadiya gelê Kurd e. Bi armanca ez bi gelê xwe re azadiya Serokê xwe bixwazim dimeşim. Ez dixwazin bi gel re rojbûna Serokê xwe pîroz bikin. Ev meş dê peyamê bide tevahiya gelê Kurdistan û Tirkiyeyê. Êdî bindestî bes e. Em ê bi Serokê xwe re azad bibin. Ji bo Serokê xwe em ê her tim li berxwe bidin. Ev meş 100 roj jî bidome ez ê ji bo Serokê xwe bimeşim”

‘Ev meş dê bibe wesîleya azadiya Rêberê me’

Yek ji beşdarê meşê jî ciwanê bi navê Hîvron Taştan e. Hîvron Taştan anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dimeşe û got: “Ez ji Wanê hatim û tev li meşe bûm. Ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd tev li meşe bûm. Hêvîdarim ku em ê bigêjin armanca xwe. Me ji Amedê dest bi meşê kir. Ji ber ku Amed dilê Kurdan e. Em ê herin Amara rojbûna Serok pîroz bikin. Em hêvî dikin ku ev meş bibe wesîleya azadiya Rêberê me. Ciwan divê her dem li pêş bin. Îro Rêberê Gelê Kurd bangek daniyê pêşiya me. Em jî ji bo piştgiriyê bidin vê bangê di nav têkoşîne de ne.”

‘Rojbûna Serok rojbûna me ye’

Meşwan Sacîd Ozdemîr jî da zanîn ku dê ji bo azadiya Rêberê xwe berxwedana xwe mezin bikin û wiha axivî: “Em ji bo Serokê xwe dimeşin. Em ê herin Amara û rojbûna Rêberê xwe pîroz bikin. Rojbûna Serok rojbûna me ye. Ji ber ku Amed paytexta gelê Kurd e me jî Amedê destpêkir. Heta ku Serokê me azad nebê meşa me tu bi carî dawî nabê. Em ê her dem bimeşin. Daxwaza me azadiya fizikî ya Serokê me ye.”

Etîket: Abdullah OcalanamaraAzadiciwanmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Statuya birêz Ocalan dê pêşiya pêvajoyê veke

Bakirhan: Statuya birêz Ocalan dê pêşiya pêvajoyê veke

5 GULAN 2026
Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

5 GULAN 2026
Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

5 GULAN 2026
Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

5 GULAN 2026
Li Êlihê çalakiya ji bo ziman: Xwedîlêderketina ziman û çandê pêwîstiyek e

Li Êlihê çalakiya ji bo ziman: Xwedîlêderketina ziman û çandê pêwîstiyek e

3 GULAN 2026
Li Stenbolê çalakiya jinan: Em ê dengê hev bilind bikin

Li Stenbolê çalakiya jinan: Em ê dengê hev bilind bikin

2 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda resen: Govenda Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 2yemîn Rojên Pirtûkan dest pê dike: Armanc avakirina civakeke demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan li ser pêvajoyê tu tişt negot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (115)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne