• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    NY: Ji destpêka şer û vir Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    NY: Ji destpêka şer û vir Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

26 bajar dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bimeşin

Navenda Nûçeyan / AW

21 ÇILE 2025 - 00:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
26 bajar dê ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşên dirêj li dar bixin. Girse dê li bajarê Strasbourgê bigêjin hev.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re zadî, ji pirsgirêka kurd re çaresriya siyasî” de dê li 26 bajaran meşên girkeyî bêne lidarxistin. Meş wê di 21ê çileyê li Fransayê dest pêbikin û di 15ê Sibatê li bajarê Strasbourgê bi dawî bibin. Meşa Dirêj wê weke temsîlkirina 26 salên rehîngirtina Abdullah Ocalan li 26 bajaran, 26 rojan û bi 26 beşdarvanan were lidarxistin.

Komîteya Fransayê ya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk kurd re çareseriya siyasî” têkildarî mijarê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“Pêngava Azadiyê ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ di sala xwe 2’yemîn de gihîşt merheleyeke diyar. Destpêkirina Pêngava Azadiyê di sala 2024’an de bi temsîlkirina rehîngirtina Rêbertiya me ya 25 salan, me li Fransayê bi 25 beşdarvanan, li 25 qadên cuda û meşeke 25 rojan li dar xist. Bi lidarxistina meşan di serî de gelê me saziyên me, bi armanca mezinkirina pêngavê û bidestxistina encamê îradeyek nîşan da. Qonaxa îro, qonaxa encamstandinê ye.  Girêdayî vê yekê em ê îsal jî li Fransayê weke temsîlkirina 26 salên rehîngirtina Rêber Apo li 26 bajaran, 26 rojan û bi 26 beşdarvanan bi şîara ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ di navbera 21’ê Çileyê û 15’ê Sibatê de meşên dirêj li dar bixin.

Em ê di pêvajoya meşan de bi gelan re hevdîtinan pêk bînin û li gel dostên xwe pêngavê bigihînin asteke jortir.

Rêber Apo di sala 1999’an de bi Komployeke Navneteweyî ji dewleta Tirk a faşîste re hate teslîmkirin.  Rêber Apo çavkaniya felsefeya YPJ, YPG û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ye ku hovitiya DAÎŞ’ê ya bi serê cîhanê bûbû bela têk birin. Em ê bi çalakiyên xwe pergala êşkence-qirkirinê ya Îmraliyê eşkere bikin û bi paradîgmaya civaka demokratîk, okolojîk û azadiya jinan esas digire ya Rêber Apo, em ê ji dostên xwe re heqîqeta Rêbertiya xwe ya di serî de Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn û ji hemû gelên bindest re bûye hêviya jiyana azad vebêjin. Bi çalakiyên xwe yên weke seredanên ji bo sazî û malbatan, civînên gel û hwd. em ê bi gelê xwe û gelan re hevdîtinan pêk bînin. Meşa me wê 15’ê Çileyê li Strasbourgê bi lidarxistina mîtîng û meşeke mezin bi dawî bibe.

Pêvajoya dîrokî ya ku em têde ne, di serî de esareta Rêbertiya me û êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava pêvajoya dagirkirin û ilheqkirina hemû Kurdistanê ye.  Li hemberî ferzkirinên qirkirinê yên 100 salan beriya niha, em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku xwedî li meşa me derkevin û di Sibata 2025’an de li Strasbourgê beşdarî Meşa Dirêj bibin.”

Etîket: 26 bajar26 rojAbdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayîndekirin

Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

29 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026
Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

27 NÎSAN 2026
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1005)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne