OHD bi daxwaza bicihanîna “Mafê hêviyê” ji Qada Şêx Sêîd heta Edliyeya Amedê meşekê li dar xist. Hevseroka OHDê Ekîn Yeter xwest ku bêyî dereng bibe mafê hêviyê bê misogerkirin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiya (OHD) ji bo pêkanîna Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qada Şêx Seîd heta ber Edliyeya Amedê meşekê li dar xist. Bi sedan endam û rêveberên şaxên OHDê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, nûner û endamên saziyên sivîl, hevşaredarên navçeyên Amedê û bi sedan welatî tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta bi “Mafê hêviyê divê teqez bê bicîhanîn” û dovizên girîngiya mafê hêviyê dida nîşan hatin rakirin. Di meşê de girseyê dirûşmeyên “Mafê hêviyê mafê gelan e”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Meş li ber Edliyeya Amedê bi dawî bû û li vir daxuyanî hate dayîn. Pêşî Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak axivî û qala bicihanîna mafê hêviyê kir. Serhat Çakmak diyar kir ku divê mafê hêviyê demildest were bicihanîn û Abdullah Ocalan di nav şert û mercên azad de bixebite.
‘Gavavêtina dewletê dê bandorê bike’
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter ve hate xwendin. Ekîn Yeter da zanîn ku mafê hêviyê, ku ji 18ê Adara 2014an ve, ango ji dema biryara duyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve di rojeva wan de ye û wiha got: “Mafê heviyê di navenda pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku balê dikişîne ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî û aştiyane, cih girtiye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daye destpêkirin, îro sala xwe ya yekem li pey xwe hiştiye. Pêngavên dîrokî yên di nav salekê de hatine avêtin. Pêşveçûnên şênber ên ku hatine jiyîn, derxistiye holê ku êdî pêwîst e di warê mafê hêviyê de, yê ku bi Birêz Ocalan re bûye yek, pêngavên qanûnî werin avêtin. Wî bi xwe jî di hevdîtina bi parêzeran re ya di 13ê Cotmeha 2025an de gotiye; ‘Prensîba hêviyê pêngavek e ku divê dewlet bavêje û ev meseleyek e ku bandorê li hezaran mirovan dike’, û diyar kiriye ku hiqûq, siyaset û edalet vê yekê ferz dikin.”
‘Li derveyî hiqûqê hiştina Kurdan, kêmasiya herî mezin a demokrasiyê ya vî welatî ye’
Berdewama daxuyaniyê de Ekîn Yeter li ser hevdîtina şandeya komîsyona meclisê ya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkanî rawestiya û ev tişt gotin: “Şandeyek ji Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê di 24ê Mijdara 2025an de li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa Fyê serdana Birêz Ocalan kiriye û ji agahiyên di raya giştî de belav bûne, hatiye fêmkirin ku di vê hevdîtinê de, Birêz Ocalan hebûna rastîn a gelê Kurd, paşxaneya wê ya dîrokî û pozîsyona wê ya siyasî ya îro ragihandiye û pêdiviyên siyasî û hiqûqî yên çareseriya demokratîk aniye ziman. Her wiha destnîşan kiriye ku li derveyî hiqûqê hiştina Kurdan, kêmasiya herî mezin a demokrasiyê ya vî welatî ye.”
‘Rewşa Birêz Ocalan ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê şopandin’
Ekîn Yeter anî ziman ku rapora hevpar a ku komîsyona meclisê di encama xebatên xwe de amade kiriye de hatiye dîtin ku mafê hêviyê bi awayekî rasterast cih negirtiye û wiha domand: “Mafê hêviyê di bin sernavê cîbicîkirina biryarên DMMEyê de hatiye nirxandin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û beşeke girîng a civakê nêrîn, hêvî û rexneyên xwe yên derbarê raporê de anîne ziman. Cîbicîkirina biryarên mafê hêviyê yên ku derbarê Birêz Ocalan, Birêz Kaytan, Birêz Gurban û Birêz Boltan de hatine dayîn, ji sala 2016an ve di bin navê Koma Gurban/Tirkiyeyê de ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê şopandin.
‘Ev mesele bi hezaran girtiyan eleqedar dike’
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ku berê daxwaza pêşkêşkirina planên çalakiyê dikir, ji sala 2021ê ve ji bo cîbicîkirina bilez a mafê hêviyê bi awayekî rasterast bangên nivîskî li Tirkiyeyê kiriye. Lê belê, peymanên ku li gorî xala 46emîn a Peymanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin, nehatine cih. Tirkiye, wekî ku li paş pêvajoya siyasî ya heyî maye, li paş hiqûqa destûra bingehîn û hiqûqa navneteweyî jî sekiniye. Daxwaza Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û komîteya li dijî tundiyê ya neteweyên yekbûyî ji Tirkiyeyê, ji bo parvekirina daneyên derbarê cezayên zindana heta hetayê de, bêbersiv mabû. Lê belê, agahiyên rêjeyî yên ku ji aliyê rayedarên hikûmetê ve di danişînên BM CAT ên Cenevreyê yên sala 2024an de hatine dayîn, derxistiye holê ku ev mesele bi hezaran girtiyan re eleqedar e.”
‘Divê mekanîzmaya çavdêriyê bi rengekî nû û bibandor were avakirin’
Ekîn Yeter bi lêv kir ku cîbicîkirina mafê hêviyê, rakirina bêşert û merc a rêziknameyên qanûniyên ku temamî rê li ber derfeta tehliyeyê digirin, û piştre guhertina demên înfaz û berdana bi şert, û li gorî standardên navneteweyî çavdêrîkirina van cezayan di dawiya herî dereng 25 salan de ferz dike. Di berdewama axaftina xwe de Ekîn Yeter ev tişt gotin: “Ji ber astengiyên qanûnî û pratîkî, divê mekanîzmaya çavdêriyê bi rengekî nû, darazî, serbixwe, bêalî, şefaf, birêkûpêk û bibandor were avakirin. Komîteya Wezîran bi taybetî pêşniyar kiriye ku, bi atfê li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwışk-Biratî û Demokrasiyê ya ku rayedar e ji bo pêşniyarkirina guhertinên zagonsaziyê sûd were girtin û pêşnûmeyên guhertina qanûnan ên ku heta niha pêşkêşî meclısê hatine kirin, werin qebûlkirin. Îro, piştî rapora hevpar a komîsyona meclîsê, li meclîsê nîqaşên zagonî yên xweser ji bo pêvajoyê dest pê kirine û tê diyarkirin ku pêşveçûnên şênber dê piştî Cejna Remezanê pêk werin.
Hatiye destnîşankirin ku ji bo cîbicîkirina biryarên DMMEyê ne hewce ye li benda zagona veguhêz bisekinin û ew dikare tavilê bikeve meriyete. Ev xusûs di rapora hevpar de jî cih girtiye. Dûrxistina rêziknameyên têkildarî mafê hêviyê yên ku mijara biryarên DMMEyê ne bo nav nîqaşên zagona veguhêz, dê bi nîzama hiqûqê re li hev neke. Divê mafê hêviyê jî, mîna cîbicîkirina biryarên din, bêyî ku bi ti pêşveçûnekê ve were girêdan, li gorî xala 46an a PMMEyê û xala 90emîn a Destûra Bingehîn tavilê were cîbicîkirin û qanûn li gorî standardên gerdûnî werin verastkirin.”














