Îsraîlê daxuyand ku bi boneya ji holê rakirina metirsiyên li dijî Îsraîlê gelek bombeberan pêk anîne. Îranê jî li hemberî vê yekê gefa, ‘bersivdayînê’ da. Rageşiya di navbera her du dewletana de piştî Şerê 12 Rojan ê her du dewletan cardin derket asta şerê konveksiyonel. Di encama êrişan de bi dehan hedefên Îranê yên stratejîk û saziyên dewletê hedef hatin girtin.
Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de bi daxuyaniya Wezareta Karên Parastinê ya Îsraîlê derket astek din. Wezaretê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî Îranê êrişên hewayî pêk anîne. Hikûmeta İsraîlê jî ragihand ku êrişên ‘bergiriyê’ li dijî Îranê dest pê kirine. Her wiha li gorî çavkaniyên ji Îranê û weşanên fermî li paytext Tahranê û hin deverên din dengên teqînê hatine bihîstin. Li gorî ajansên nûçeyan ên navneteweyî, ev êrîş nîşan dide ku tengezariya dirêj a di navbera her du welatan de gihîştiye qonaxeke leşkerî ya vekirî.
‘Armanca êrişan ji holê rakirina metirsiyên li dijî Îsraîlê ne’
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê di daxuyaniyekê de got ku armanca operasyonê ew e ku metirsiyên dikarin li dijî Îsraîlê çêbibin werin asteng kirin. Rayedarên Îsraîlê dibêjin bernameya nukleerî û kapasîteya mûşekên balîstîk ên Îranê ji bo ewlehiya neteweyî metirsiyeke girîng in. Di daxuyanîyê de hate gotin ku êrîş xwedî taybetmendiya ‘bergiriyê’ ye û li seranserê welêt tedbîrên ewlehiyê yên awarte hatine girtin. Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî îhtîmala êrişên Îranê gelek tedbîr hatine girtin.
Li Îsraîlê dengê sîrenan zêde bû
Piştî êrişên li ser Tehran û deverên din li Îsraîlê jî bi armanca hişyarkirina gelê Cihû dengê sîrenan bilind bû. Bi daxuyanî û sîrenan gel hate hişyar kirin ku nêzîkî cihên ewlebimînin. Rayedarên Îsraîlê ragihandin ku qada asmanî bi awayek demkî hatiye girtin.
Îran: Gelek êriş pêk hatin lê sedem nayê zanîn
Hikûmeta Îranê jî êrîş wekî binpêkirina eşkere ya serweriya xwe nirxand. Rayedarên Îranê ragihandin ku pergalên parastina asmanî hatine çalak kirin û hûrguliyên bûyerê tên lêkolîn kirin. Li Tahranê di demên şevê de gelek teqîn hatin ragihandin û hate îdia kirin ku dibe ku hin hedefên leşkerî û stratejîk hedef hatibin girtin. Hikûmeta Îranê her weha ragihand ku mafê bersiva xwe diparêze û îhtîmala bersiva leşkerî jî anî ziman.
Saziyên rejîma Îranê hedef hatin girtin
Îsraîlê di êrişan de bi piranî saziyên dewletê û baregehên stratejîk ên Îranê hedef girtin. Di encama êrişan de li dehan deveran teqîn çêbûn. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de texrîbatek mezin a madî derketiye holê û gelek kesan jiyana xwe ji dest da ne. Lê heta niha derbarê mirî û birîndaran de agahiyek zelal nehate bi destxistin.
Ji qada navneteweyî banga ‘bila şer venegere asta herêmî’
Ji aliyê civaka navneteweyî ve bertekên yekemîn hatin û bang li her du aliyan hate kirin ku rageşî neyê zêdekirin û pevçûn nebe şerê herêmî yê fireh. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ewropayê gotin ku van pêşveçûnan bi baldarî dişopînin û çavkaniyên dîplomatîk hişyar kirin ku ev krîz dikare li ser bazarên enerjiyê yên cîhanî û hevsengiya ewlehiya herêmî bandor bike.
‘Şer derkete astek xeternak’
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ev êrîş piştî rawestana danûstandinên dîplomatîk li ser çalakiyên nukleerî yên Îranê û zêdebûna gotinên tehdîdê yên di mehên dawî de pêk hat. Li gorî analîstan, her çend şerê nepenî di navbera her du welatan de demek dirêj dewam dikir jî ev operasyon şer derdixe qonaxeke eşkere û xeternaktir.













