• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Wanî: Bila tu kes ji aştiyê netirse, aştî dewlemendiyeke cîhanê ye

Besna Edîş / Onder Akbûlût

28 SIBAT 2026 - 10:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibata 2025an salekê li pey xwe hişt. Welatiyên Wanî derbasbûna selekê ya pêvajoyê nirxandin û gotin ji bo aştî pêk were divê dewlet mafên gelê Kurd qebûl bike û wiha gotin: “Bila tu kes ji aştiyê netirse, aştî dewlemendiyeke cîhanê ye, ji bo hemû mirovan û gelan e.”

 

Li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an, salek derbas bû. Tevî salekê jî dewletê hêj gavên şênber neavêtiye. Li gel vê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh careke din dilsoziya xwe ya ji bo vê pêvajoyê anî ziman û ji dewletê re bangeke nû kir. Di vê xalê de gelê Kurd biguman e û dixwaze dewlet jî gavên şênber û erênî biavêje.

Welatiyên Wanî ên tev li daxuyaniya salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an bûne hem sala li ser pêvajoya derbas bûye hem jî têkildarî naveroka peyama nû axivîn.

‘Bila tu kes ji aştiyê netirse’

Dayika Aştiyê Kewê Işik bi bîr xist ku salek li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û gotînên Bahçelî derbas bûye û got: “Bahçelî bang kir ku birêz Abdûllah Ocalan were li Meclisê siyasetê bike. Em şa bûn, dilê me geş bû, me got ev pirsgirêk êdî dê bê çareserkirin. Lê mixabin li pey gotinên xwe nesekinîn. Hemû barî dihêlin ser milê gelê Kurd. Tirkan heta niha tu gav neavitin. Bila tu kes ji aştiyê netirse, aştî dewlemendiyeke dinyayê ye, ji bo hemû mirovan û gelen e.”

‘Kurdî nebe em nîn in’

Dayika Kewê bal kişand ser astengiyên li ser çand û zimanê Kurdî û gotinên xwe wiha domand: “Ev 50 sal in ji bo Kurdayetiyê ev têkoşîn tê meşandin.” Dayika Kewê da zanîn ku ji aliyê zimanê Kurdî ve jî gotin û kirinên wan hev nagirin û ev tişt gotin: “Zimanê me hê jî qedexe ye, em doza ezmanê xwe dikin, em ji bo zarokên xwe dibistanên Kurdî dixwazin. Çawa ku Tirk bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin divê em Kurd jî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Çi tiştê me hê serbest nîn e. Derdê wan çi ye, çima me qebûl nakin. Em tu carî paş ve gav navêjin, heta em sax bin em ê li pey doza zimanê xwe bin, li pey têkoşîna zarokên xwe bin. Em wek Kurd hatine dinyayê, em ê wek Kurd jî bimirin. Kurdî nebe em nîn in. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e, bila ew jî fêr bibin, bixwînin.”

‘Em dixwazin li ser axa xwe bi awayeke azad bijîn’

Welatiyê bi navê Cevdet Tanriverdî jî bal kişand ser xwişk-biratiyê û diyar kir ku ji bo xwişk-biratiyê tu gav nehatine avêtin û wiha pê de çû: “Ji bo ku xwişk-biratiya gelan were qehîmkirin pêwist e gavan bavêjin û baweriya me jî xurt be.” Tanriverdî gotinên Devlet Bahçelî yên ku di destpêka pêvajoyê dê ên ‘Bila Ocalan ji mafê hêviyê sûd bigire û were Meclisê’ jî bibîr xistin û got: “Gotinên Bahçelî pêk nehatin, di Meclisê de van gotinan dibêje lê di pratîkê de pêk naynin. Heta niha di vî warî de tu gav neavêtine.” Tanriverdî herî dawî bendewariyên xwe yên ji bo pêvajoyê anî ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Em li ser axa xwe, li warê xwe êxsir in, em dixwazin li ser axa xwe wek miletên din bi awayekî azad bijîn.”

‘Em li benda aştî û wekheviyê ne’

Dayika Aştiyê Hanîfe Kaçarê bal kişand ser gavneavêtina dewletê û got: “Dîsa jî baweriya me bi pêvajoyê heye, em bawer in dê gavên pêwist bavêjin, lê zehf dereng man, îro zu ye sibê dereng e, bila pêvajo sabote nebê. Bila cardin kuştin pêk neyên. Em li benda aşitî û wekheviyê ne. Bahçelî got bila birêz Ocalan bê Meclisê, em pir xêfxweş bûn lê mixabin heta niha tu gav nehatin avêtin. PKKê xwe fesix kir, çekên xwe şewitandin, aştî îlan kir lê dîsa jî dewletê hê gav neavitine.”

‘Bijî aştî û xwişk-biratiya gelan’

Welatiyê bi navê Nûrî Gur jî diyar kir ku saleke pêvajoyê temam bû lê dewletê hê jî gav neavêtiye û ev tişt anî ziman: “Het niha tekane gava dewletê pêkanîna hevdîtinên bi Serokatî re ye. Wekî din tu gav neavêtine. Gelê Kurd heft salî heta heftê salî aştiyê dixwaze. Heta niha gelê Kurd her tim kuştin û talan dît. Divê dewleta Tirk jî êdî gelê Kurd fêm bike û qebûl bike. Em li gel Serokê xwe ne û heya dawiyê li pey gelê xwe ne. Bijî aşitî, bijî xwişk-biratiya gelan.”

Etîket: Banga Aştî û Civaka DemokratîkCevdet TanriverdîDayika Aştiyê Hanîfe KaçarDayika Aştiyê Kewê IşikNûrî Gur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Aştî ji bo me ne taktîkek e lê stratejiya bingehîn e

Tulay Hatîmogullari: Aştî ji bo me ne taktîkek e lê stratejiya bingehîn e

26 NÎSAN 2026
Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

11 NÎSAN 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

3 ADAR 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye

27 SIBAT 2026
‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

27 SIBAT 2026
Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

26 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (395)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne