Amed – Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, taloqî 30ê Çileyê hate kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya li dijî Hevserokên Giştî yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û parlamenteran de hatibû girtin û di 6ê Çileya 2022yan de jî hatibû berdan. 6emîn danişîna doza Abdullah Zeydan li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 16emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryar betal kiribû û doz jinûve hat lidarxistin. Zeydan, di dozê de bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin.
Zeydan, tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Mahsunî Karaman di danişînê de amade bû. Di danişîna berê de daxwaza keşfê hatibû qebûlkirin û dozger mutalaya xwe careke din pêşkeş kir. Di mutalayê de dozger xwest Zeydan ji ber îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” bê cezakirin. Piştre jî Karaman axivî û qala keşfê kir. Karaman, diyar kir ku cihê Zeydan lê hatiye sekinandin û cihê operasyon lê hatiye kirin 21 kîlometreyan ji hev dûr in. Karaman, got: “Dibêjin ku kesekê 21 kîlometreyan dûr hatiye sekinandin, sûc kiriye. Hema tenê mirov li gorî vê mesafeyê jî bifikire, mirov nikare îdiayeke wiha bike.”
Karaman, ji bo li hemberî mutalaayê parastina xwe amade bike û Zeydan beşdarî rûniştina din bibe, dem xwest. Şandeya dadgehê daxwaza Karaman qebûl kir û danişîna dozê taloqî roja 30ê Çileyê kir.