ÎHDa Îzmîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Esmer Avaz û Mehmet Emîn Çam û wiha got: “Demildest Esmer Avaz û Mehmet Emîn Çam Berdin! Heta ku mafê jiyan û dermankirinê ya girtiyên nexweş neyê mîsogerkirin, em ê dengê xwe bilind bikin.”
Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê di çalakiya xwe ya du hefteyan carekê pêk tîne de bail kişand ser rewşa girtiyên nexweş Esmer Avaz û Mehmet Emîn Çam. Çalakiya daxuyaniyê li pêşiya Sumerbankê ya li Konakê ya Îzmîrê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne û nebe şirîkê mirinan” hate vekirin. Daxuyaniyê endama ÎHDê Zîlan Gumuş xwend.
‘Rapor kêm û ne objektîf in’
Zîlan Gumuşê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên giran Esmer Avaz a li Girtîgeha Jinan a Şakranê û girtiyê nexweş ê temen mezin Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Tîpa T a Bişêriyê ya Batmanê têne ragirtin. Zîlan Gumuşê diyar kir ku Esmer Avaz ji sala 1998an ve di girtîgehê de ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn û wiha got: “Nexweşiyên wê gelek in. Di pişt û stuyê wê de fitiq hene. Malzarok û rûvîyên wê edabê girtiye. Di sîngê wê de kîst çêbûye û ji ber şewata êşa pêyên xwe êdî nikare bi rehetî bimeşe. Esmer Avaz ji ber van nexweşiyan nikare hewcedariyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne. Raporên tenduristiyê yên berê bi awayekî kêm û ne objektîf hatine amadekirin. Ji ber ku rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe, divê bi lezgînî rapora lijneya tenduristiyê ya berfireh, ji bo wê bê amade kirin.”
‘Ji 5 demaran 3 girtî ne’
Zîlan Gumus diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam 74 salî ye, di aliyê mejiyê wî yê rastê de tûmor heye û ev tişt gotin: “Damarên mejiyê wî girtî ne û metirsiya xwîn bikeve ser mejî anku metirsiya felcbûnê tim heye. Berê krîza dil derbas kiriye. Ji 5 damarên wî yên girtî tenê 2 jê hatine vekirin. Di krîza dawî de mudaxeleya balone li damarekî wî kirin, lê damarên din hîn jî girtî ne. Nexweşê gurçikan e û du caran hatiye emeliyatkirin. Aliyê wî yê çepê (ling û dest) felc e. Pirsgirêka dîtin û bihîstinê ya giran pê re heye. Her wiha nexweşiya prostatê jî lê zêde bûye: “Di heftiyên dawî de ji me re hatiye ragihandin ku dema dikuxe, xwîn ji devê wî tê. Ev yek nîşaneya xetereyeke pir mezin e. Di van şert û mercan de, divê Mehmet Emin Çam di girtîgehê de neyê ragirtin.”
‘Ji dermankirinê bêpar mayîn îşkence ye’
Zîlan Gumus da zanîn diyar kir ku li gorî xala 17emîn a Destûra Bingehîn û li gorî pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dewlet ji pêkanîna mafên tenduristiyê û parastina mafê jiyanê berpirsiyar e û wiha pê de çû: “Ji dermankirinê bêpar mayîn wek “muameleya xerab û îşkence” tê qebûlkirin. Li gorî xala 16emîn a Zagona bi hejmar 5275an, divê înfaza girtiyên xwedî nexweşiyên giran bê taloqkirin. Heta ku mafê jiyan û dermankirinê yê girtiyên nexweş neyê mîsogerkirin, em ê dengê xwe bilind bikin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû.












