Di navbera Pakistan û Afganistanê de şereke rasterast dest pê kiriye. Her du alî bi daxuyaniyên fermî hevdu tewambar dikin û yek yê din wekî sedeman destpêkirina şer nîşan dide.
Di 26ê Sibatê de ji nişkave di navbera Afganîstan û Pakîstanê de şerekê dest pê kir. Her du aliyan bi awayek dualî êrişî hev kir û navendên bajaran hatin bombebarankirin. Lê ev şerê ji nişka ve derketî xwediyê sedemên demdirêj in. Ji duh heta niha her du alî bi daxuyaniyan şerek psîkolojîk dimeşînin û hev bi sedebûna şer tawanbar dikin.
Êriş rawestiyan sûcdariyên dualî didomin
Piştî êrişên duh ên navendên bajaran û hedefên sivîl jî girtin nav xwe, îro asta rageşiyê hinek daket. Ji bilî çend pevçûnên biçûk êrişek mezin derneket. Lê her çiqas piştî êrişên dualî yên duh îro rewş aram bibe jî sûcdarî berdewam dikin.
Pakîstan: Talîban piştgiriya terorê dike
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Havace Asif duh hikûmeta Talîbanê bi piştgiriya “terorê” tewambar kir û wiha got: “Êdî em tehemulî vê yekê nakin û li dijî Afganistanê şer îlan dikin.” Wekî sedem jî hind komên di nav Pakistanê de îşaret kirin.
Talîban: Êrişî navendên me hate kirin
Berpirsên li Îslamabadê ragihandin ku di şeva 26ê Sibata 2026an de êrîşên hewayî li ser hin bajarên mezin ên Afganistanê hatine kirin û piştî wê pevçûnên berfireh li ser sînor dest pê kirine. Li gorî van agahiyan, baregehên leşkerî, navendên serkirdayetiyê û depoyên cebilxaneyê yên Talîbanê li gelek deverên sînor hatine hedefgirtin.
‘Me bersiv da û hind leşker dîl girtin’
Piştî van êrîşan, Afganistanê ragihand ku hêzên wan li dijî hêzên sînor yên Pakistanê êrîşên bersivdanê pêk anîne û wendahiyên giran dane artêşa Pakistanê. Her wiha Kabîlê ragihand ku hin leşkerên Pakistanî jî dîl hatine girtin.
‘Di peçûnên cotmehê de bi dehan leşker mirî bûn’
Her du alî jî dibêjin ku di pevçûnan de zirarên mezin dane neyarên xwe. Wezîrê Parastinê yê Pakistanê rewş wekî “şerê vekirî” pênase kir. Berê jî di navbera Pakistan û Afganistanê de gelek êrîş û pevçûn pêk hatibûn û her du alî hevdu tewambar dikirin. Herî dawî di meha Cotmehê de pevçûn li ser sînor qewimîn û bûn sedema kuştina bi dehan leşkeran. Ji bo rawestandina şer, Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye navbeynkarî kirin û agirbest hat îmzekirin.
Pakistan û Afganistan çima lihev nakin?
Piştî vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê û vegera Talîbanê ya ser desthilatê di sala 2021an de, Pakistanê ev rewş erênî pêşwazî kir. Serokwezîrê wê demê Îmran Xan ev yek bi gotina, “Afganan zincîrên koletiyê şikandine” pênase kiribû. Lê ev nêzîkbûn dirêj dom nekir.
Pakîstan Qabîlê bi piştgiriya TTPê tawanbar dike
Îslamabadê Qabîl bi piştgiriya Tehreek-e-Taliban Pakistan (TTP) û komên Belûc tewambar dike, lê Qabîl van îdiayan red dike. TTP di sala 2007an de hat avakirin û armanca wê avakirina dewleteke bi şêwaza Talîbanê li Pakistanê ye. Ev yek ji sedemên sereke yên nakokiyê tê hesibandin.
Nakokiya duyemîn Belûcîstan e
Nakokiya duyemîn Belûcistan e. Komên neteweperwer ên Belûc dixwazin beşa ku di bin destê Pakistanê de ye azad bikin. Artêşa Azadiya Belûcistanê (BLF) ku di sala 2000an de hate avakirin, ji aliyê Pakistan û Amerîkayê ve wek rêxistina terorîst tê pênasekirin. Hikûmeta Pakistanê zil û zordariyek zêde li ser gelê Belûc dimeşîne û bi vê boneyê jî di qada navneteweşî de bi binçavkirin, girtin û wendakirina Belûcan tê tewambarkirin.
Qabîl Pakistanê bi piştgiriya DAIŞê sûcdar dike
Li gorî rêxistina ACLED, ji sala 2022an vir ve êrişên TTP û komên Belûc bi awayek berbiçav zêde bûne. Qabîl van tohmetan red dike û dibêje ku destûr nade ku erdê Afganistanê ji bo êrişan li dijî Pakistanê were bikaranîn.
Di aliyekî din de, hikûmeta Talîbanê Pakistanê bi piştgiriya şaxa DAIŞê ya li Afganistanê (ISKP) tewambar dike, lê Îslamabad van îdiayan red dike. ISKP di sala 2015an de hate damezrandin û hewl dide li Asya Navîn “Xelîfeta Xorasanê” ava bike.
Şerê îktidarê û serweriya herêmê tê meşandin
Şîrovekar dibêjin ku tewambarkirinên her du aliyan zêdetir li gor berjewendiyên siyasî têne kirin, ne li gor rastiya civakî û erdnîgariyê ya herêmê ye. Hişmendiya netewedewletê li her du aliyan serdest e û ev yek rê nade ku nakokiyên bingehîn werin çareserkirin.
Niha dê çi û çewa bibe?
Analîst texmîn dikin ku Pakistan dê êrîşên leşkerî zêde bike û Qabîl jî dê bi şêwaza şerê gerîla bersivê bide. Li gor îstatîstîkan, hêza leşkerî ya Talîbanê nêzîkî 172 hezar kes e û çend balafir û helîkopter hene, lê rewşa wan ne zelal e.
Pakistan jî li gor daneyên sala 2025an zêdetirî 600 hezar leşker, hezaran wesayîtên zirxî û zêdetirî 400 balafirên şer hene û her weha xwedî çekên nukleerî ye. Pispor hişyarî didin ku ger hewlên dîplomatîk dest pê nekin, pevçûn dikare dirêj bibe û veguherê krîzeke herêmî.













