Kordînasyona Amadekariyê ya Newrozê ya Navendî bernameya Newroza 2026an aşkere kir. Newroza îsal a starta wê dê li 4 bajaran bê dayîn, dê herî kêm li 53 navendan were pîrozkirin.
Kordînasyona Amadekariyê ya Newrozê ya Navendî bernameya Newroza 2026an a li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bê pîrozkirin aşkere kir. Kordînasyona Amadekariyê dazanîn ku dê Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bê pîrozkirin û dê di 9ê Adarê li Amed û Stenbolê deklerasyonên Newrozê bên ragihandin.
Dê li du navenda di pêşengtiya jinan de bê pîrozkirin
Piştî deklerasyonê di 11ê Adarê de di pêşengtiya jinan de dê li navçeya Sûrê ya Amedê û Kadîfekaleya Îzmîrê û navçeya Depê ya Xarpêtê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê starta Newrozê bê dayîn.
Li hemû taxan û kolanan dê Newroz bê pîrozkirin
Kordînasyona Amadekariyê ya Newrozê da zanîn ku herî kêm dê li 53 navendan bi tevlibûna hunermend û axivêran Newroz dê bê pîrozkirin û diyar kir ku ji 10ê Adarê ve bi şev dê li taxan û kolanan Newroz bê pîrozkirin.
Fînal dê li navçeya Silopiyayê bê kirin
Newroza Amedê weke her sal dê bi beşdariya sed hezaran û mevanên li welat û derveyî welat di 21ê Adarê de were lidarxistin. Newroza Amedê ya îsal di roja duyemîn a Cejna Remezanê de ye. Fînala pîrozbahiya Newroza îsal dê di 24ê Adarê de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bê lidarxistin.
Metnekî ku dirûşm û girîngiya Newrozê vedibêje û Komîteya Amadekar a Newrozê ya Navendî amade kiriye dê li cihên Newroz lê bên pîroz kirin bê xwendin.
Bernameya Newroza 2026an a bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê wiha ye;
“9ê Adarê: Li Amed û Stenbolê deklerasyona Newrozê dê bê ragihandin.
11ê Adarê: Li navçeyên Sûr, Dep û Bazîd û Kadîfekaleya Îzmîrê starta Newrozê bê dayîn.
14ê Adarê: Navçeyên Nisêbîn a Mêrdînê, Kop a Mûşê, Misirca Sêrtê û Xelfetiya Rihayê, Meletî
15ê Adarê: Colemêrg, Agirî, Semsûr, Qers, navçeya Qoser a Mêrdînê, Îdir, Mûş, Aydin
17ê Adarê: Dêrsim, Erzirom, navçeya Erdîş a Wanê.
18ê Adarê: Navçeya Gever a Colemêrgê.
21ê Adarê: Amed, Kocaelî û Tekîrdag.
22yê Adarê: Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Riha, Balikesîr, Çewlig, Wan, Antalya, Dîlok, Êlih, Xarpêt, Konya, Edene, Denîzlî, Îzmîr, navçeya Tetwan a Wanê, navçeya Cizîr a Şirnexê, Sêrt, Bûrsa, Mûgla, navçeya Îskenderûn a Hatayê, Manîsa, Osmaniye, Çanakkale û Eskîşehîr.
23yê Adarê: Şirnex
24ê Adarê: Silopiya.”













