Li wîlayeta Louisiana ya DYAyê kesekî 8 zarok kuştin û 2 jin jî birîndar kirin.
Polîsên DYAyê ragihand ku kesekî di nava maleke li bajarê Shreveport ê Louisianayê de gule barandin û 8 zarok kuştin.
Polîsan diyar kir ku çekdar, bavê 7 ji wan qurbaniyan e, gule li zarokên xwe yên di nava malê de bûn barandin û zarokekî din ku hewl da bireve kuşt. Di gulebaranê de 2 jin jî birîndar bûn.
Li gorî lêpirsînên destpêkê, êrişkar ji cihê bûyerê reviya. Bi şopandinê re êrişkar ji hêla polîsan ve hat kuştin.













