Şerê Îran û Îsraîlê yê ku bi êrîşên Îsraîlê destpê kir, li cîhanê rê li ber bertek, şermezarkirinê vekir. Her wiha bangên ji bo diyalogê jî her diçe zêde dibin.
Li gorî Çavdêriya Leşkerî ya Îranê, rejîma Îranê ragihand ku Tengava Hurmizê heta agahdariyeke din girtiye. Li gorî vê yekê, dê rê li ber keştiyên biyanî were girtin ku bikevin tengavê. Her wiha pisporan diyar kirin ku girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, ku rêyeke girîng a veguhestina petrolê ye û bi qasî %20’ê dabînkirina petrolê ya cîhanê hildigire, dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.
Êrîşa li ser dibistana seretayî ya Minabê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekaî derbarê êrîşa li ser dibistana seretayî ya li Minabê ya Hurmuzganê li ser X’ê daxuyanî da û got: “DYA û Îsraîlê bi hedefgirtina bêserûber a bajarên Îranê êrîşek êrîşkar û bêbingeh li dijî welatê me dane destpêkirin. Dibistanek seretayî ya li Minabê ya parêzgeha Hurmuzganê hedef hat girtin. Di encamê de bi dehan keçên bêguneh jiyana xwe ji dest dan, an jî birîndar bûn.”
Li gorî IRNA’yê Dibistana Seretayî ya Keçan a Şecere-î Tayyibe di saetên sibehê de rasterast hedef hat girtin. Di êrîşê de 85 xwendekar jiyana xwe ji dest dan û 60 jî birîndar bûn. Waliyê Mînabê Mihemed Radmehr diyar kir ku gelek xwendekar hîn jî di bin kavilan de ne.
Balafirgeha Kuweytê hat bombebarankirin
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Balafirxaneya Sivîl ya Kuweytê Ebdullah Rahcî, Balafirxaneya Navnetewî ya Kuweytê bûye hedefa bombebarana droneyan û di encamê de gelek kes birîndar bûn. Rahcî piştrast kir ku êriş bi taybetî avahiya termînala geştiyariyê hedef girtiye. Li gorî daxuyaniyek ji Balafirvaniya Kiwêtê, di êrişê de çend karmendên balafirgehê birîndar bûne.
Daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NYê Gûterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonî Gûterres li ser hesabê xwe yê Xyê têkildarî şerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê daxuyaniyek parvekir. Gûterrs, êrişên Amerîka û Îsraîlê şermezar kir û got: “Ez zêdebûna alozî û pevçûnên leşkerî yên îro li Rojhilata Navîn şermezar dikim. Bikaranîna hêzê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê li dijî Îranê û bersivdayîna Îranê li seranserê herêmê, aştî û ewlehiya navneteweyî têk dibe.”
Divê hemû dewlet rêz li hiqûqa navneteweyî bigirin
Antonio Gûterres di berdewamiya daxuyaniya da diyarkir hiqûqa navneteweyî bi bîr xist û got: “Divê hemû dewletên endam, rêz li erkên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de, bi taybetî jî li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî bigirin. Peyman, “Gefa bikaranîna hêzê an jî bikaranîna hêzê ya li dijî parastina xaka dewletekê an serxwebûna wê ya siyasî, an jî bi her awayekî ku li dijî Armancên Neteweyên Yekbûyî be” bi eşkere qedexe dike.”
Daxwaza rawestandin şer kir
Gûterres desnîşankir ku şer neye sekinandin, xetereya ku şer li hemû herêmê berfirehtir bibe û dê ev yek ji bo sivîlan û aramiya herêmê encamên giran derxe holê û ev tişt gotin: “Ez daxwaza rawestandina demildest a dijminatiyan û kêmkirina rageşiyê dikim. Heke ev neyê kirin, xetereya şerekî herêmî yê berfirehtir derdikeve holê ku dê ji bo sivîlan û aramiya herêmê encamên pir giran bîne. Ez bang li hemû aliyan dikim ku bi lezgînî vegerin ser maseya danûstandinan. Ez careke din destnîşan dikim ku ji bo çareserkirina nakokiyên navneteweyî, ji bilî rêyên aştiyane yên li gorî hiqûqa navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî, tu alternatîfekî din ê derbasdar nîne. Peymana Neteweyên Yekbûyî, bingeha parastina aştî û ewlehiya navneteweyî ye.”
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen li ser hesabê Xê ev tişt parve kir: “Ji ber rewşa heyî ya li Îranê, roja Duşemê civîneke ewlehiyê ya taybet li dar dixin. Ji bo ewlehî û aramiya herêmî, pir girîng e ku êrîşên neheq ên Îranê li ser hevkarên xwe yên li herêmê, rê li ber zêdebûna aloziyan were girtin.”
Çîn
Çînê derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê got: “DYA şerxwaz e. Di dîroka xwe ya zêdetirî 240 salan de, ji bilî 16 salan tevî di şer de ye. DYA li zêdetirî 80 welat û herêman 800 baregehên leşkerî yên derveyî welat hene. DYA sedema sereke ya bêserûberiya navneteweyî, aloziya gerdûnî û bêîstîqrariya herêmî ye.”
Îspanya
Îspanyayê ragihand ku ew li dijî tevgera leşkerî ya yekalî ya Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê ne.
Bertekên li hemberî êrîşên ser Îranê
Erebistana Siûdî êrişên Îranê yên li ser Îmarat, Behrên, Qeter, Kiwêt û Urdinê bi tundî şermezar kir û wan wekî “êrişeke hovane û binpêkirineke eşkere ya serweriya dewletan” bi nav kir, her wiha hevgirtina xwe bi wan welatan nîşan da.
Urdunê jî êrişên Îranê, tevî hedefgirtina axa wê bi mûşekên balîstîk, şermezar kir û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo welatên erebî diyar kir.
Her wiha Omanê xemgîniya xwe ji ber êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê anî ziman û daxwaza rawestandina tavilê ya şer kir.
Iraqê, ji aliyê xwe ve, êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kir û hişyarî da ku axa wê û asmanê wê ji bo êrişan were bikaranîn, nemaze piştî ku 2 kes di êrişên li başûrê welêt de hatin kuştin.
Li ser asta navneteweyî, Rûsyayê êrişa Amerîkî-Îsraîlî şermezar kir, Wezîrê Derve Sergey Lavrov di axaftina bi hevtayê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re de diyar kir ku êriş binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye û hişyarî da li ser “serpêhatiyeke xeternak” ku dikare bibe sedema karesateke mirovî û aborî.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron daxwaza civîneke awarte ya Konseya Ewlehiyê ya NYê kir, hişyarî da ku aloziya heyî ji bo her kesî xetereyek e. Di heman demê de Fransa tedbîrên parastina welatî û berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn digire.
Brezîlyayê li ser pevçûnê “fikarên kûr” anî ziman û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li qanûna navneteweyî bigirin û sivîlan û binesaziyê biparêzin.
Ji aliyê xwe ve, Misrê êrişên Îranê yên li ser welatên Ereb şermezar kir, wan wekî binpêkirina serweriyê bi nav kir û hişyarî da ku herêm ber bi “kaoseke tevahî” ve diçe.













