Artêşa Israîlê tevî peymana agirbestê êrîşî Xezayê kir û 40 kesên filistînî kuştin. Bi dehan kes jî birîndar kirin.
Dezgehên medyaya filistînî ragihand ku tevî agirbestê jî, artêşa Îsraîlê êrişên xwe li ser Xezayê didomîne. Medyaya Filistinê diyar kir ku di êrişên şevê din de, li Xezayê 40 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.
Serokê DYAyê Jeo Biden û serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al El Sanî duh ragihandibû ku li Xezayê lihevkirineke agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk hatiye û dê yekşemê agirbest bikeve meriyetê.