Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê ragihand, di encama êrişa duh bi şev ya Îsraîlê ya li ser Başûrê Lubnanê de 31 kes hatine kuştin û 139 kes jî birîndar bûne.
Piştî ku Amerîkayê û Îsraîlê li dijî Îranê şer dan dest pê kir û şûn ve berfireh dibe. Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê eşkere kir ku di encama êrişa duh bi şev ya Îsraîlê ya li dijî Hizbullahê bi ser Başûrê Lubnanê de 31 kes hatine kuştin û 139 kes jî birîndar bûne.
Her wiha hat diyarkirin ku di encama êrişê de ziyanên mezin ên madî jî çêbûne. Hîzbullahê bi dixuyaniyek raya giştî re eşkere kiribû ku ew dê li ber Îranê şerê Îsrîlê bike û duh ji Lubnanê bi moşekan êrişî Îsraîlê kir.
Li aliyê din vê sibehê Serokê Fraksiyona Hizbullahê ya li Parlamentoya Lubnanê Mihemed Raed di encama êrişek esmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.













