KNKê bi daxuyaniyekê xwest Cejna Newrozê îsal bi dirûşma Newroza Azadî û Yekbûnê were pîroz kirin û got: “Bangawaziya me ev e ku hemû Kurdistanî, bi reng, sembol û nasnameya xwe, mil bi mil û dest bi dest, Newroza 2026an bikin Newroza azadiyê yekbûna xwe.”
Konseya Rêveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê pîrozkirina Cejna Newrozê de daxuyaniyeke nivîskî da. KNKê diyar kir ku divê gelê Kurd ê li Kurdistan û seranserê cîhanê bi îrade û yekgirtineke xurt bi hev re Newrozê pîroz bikin da ku peyama azadî û yekbûnê bigihije hemû cîhanê.
KNKê bang li hemû partî, rêxistin, sazîyên civakî, kesayet û gelên Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat kir û wiha got: “Em Newroza sala 2026an bi ruhekî niştimanî û bi hesasîyetek bilind, di bin şîara “Newroza Azadî û Yekbûnê bi hev re pîroz bikin û terxanî destekeftîyên gelê xwe û paastina berxwedana li Rojava bikin.”
Bi vîn û yekgirtinê pîrozbahiyan bikin
Di berdewama daxuyaniya xwe de KNKê bal kişand ser berfirehiha bernameyên Newrozê û wiha got: “Em bi hêvî ne ku îsal li bajarê Frankfurt û li hemû welatên Ewropa û cîhanê jî gelê me bi hev re Newrozê pîroz bikin. Pêwîst e em bi îrade û yekgirtineke xurt bi hev re Newrozê pîroz bikin da ku em careke din îradeya gelê xwe bi hemû cîhanê bidin xuyakirin û peyama azadî û yekbûna xwe bigihînin cîhanê.”
Newroza azadî û yekbûnê
KNKê bang li hemû Kurdistan, reng, sembol û nasnameyan kir ku mil bi mil û dest bi dest, Newroza 2026an bikin Newroza azadî û yekbûna xwe û wiha pê de çû: “Şert û mercên herêmî û qonaxa ku tevgerên siyasî ên Kurdistanê têde ne, berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê me hemûyan. Ji ber vê yekê em careke din bangewaziya xwe dubare dikin ku bi yekrêzî û pêkanîna yekbûna xwe, em dikarin hêza gelê xwe zêdetir bikin û armancên xwe bi cih bînin. Dem, dema yekrêzî û pêkanîna yekbûnê ye Bijî Newroza azadî û yekbûnê!”













