Xwendekarên lîseyê yên Îzmîrê li dijî êrişên li Riha û Mereşê ên li ser dibistanan pêk hatin daxuyaniyek dan û gotin: “Em naxwazin li dibistanan bimirin.”
Xwendekarên Lîseyê derbarê êrişên li ser dibistanên li Riha û Mereşê de li pêşiya Avahiya Navenda Pivan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ya li Alsancakê yê Îzmîrê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Xwendekaran pankarta “Em naxwazin li dibistanan bimrin, bila pergala tundiyê bi dawî bibe” vekirin û dirûşmên “Em ne ji bo mirinê, ji bo xwendinê hatine”, “Yusuf Tekin ê wezîrê patronan îstifa bike” û “Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewînin” berz kirin. Gelek xwendekarên lîseyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê xwendekara lîseyê Leyla Mercan ve hat xwendin.
‘Tundî ji nû ve tê hilberandin û tê asayîkirin’
Leyla Mercan diyar kir ku tiştên li Riha û Mereşê di dibistanan de qewimîne ne münferit û ne jî tesaduf in; ev encama pergala tundiyê ye. Leyla Mercan destnîşan kir ku ketina zarokekî ya bi çek bo hundirê dibistanê û pêkanîna komkujiyê ne rewşeke wiha ye ku mirov bi tena serê xwe şirove bike û got: “Ev bûyer; encama xizaniya kûr, neyeksanî, bêpaşerojî, bêcezahiştin û çanda tundiyê ye ku li her qada civakê belav bûye. Yên ku berpirsiyar in zarok û ciwanan biparêzin, ev wezîfeya xwe bi cih neanîne, berevajî vê yekê zemîn ji bo van şert û mercan amade kirine. Di salên dawî de em dibînin ku ji taxan heta dibistanan li her derê çeteperestî zêde bûye û pergala mafyayê di nav ciwanan de tê hovkirin. Di rêzefîlm, fîlm û muzîkan de nîşandana tundî, sûc û têkiliyên mafyayî wekî ‘hêz’ û ‘rûmet’; parçeyek ji hînkirina ciwanan a ji bo vê pergala tarî ye. Tundî ne tenê li kolanan, di ekranan de û di nav guharkên me de jî ji nû ve tê hilberandin û asayîkirin. Ev tablo ne tesaduf e, encama pêvajoyekê ye.”
‘Em ê teslîmî tarî û tirsê nebin’
Leyla Mercan diyar kir ku wekî lîseyî, ew ê rê nedin ku paşeroja wan ji aliyê tundî, mafya û çeteyan ve bê diyarkirin û got ku ew ê jiyan, hêvî û piştevaniyê biparêzin. Leyla Mercan anî ziman ku ew ê heval û mamosteyên xwe yên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Riya zindîhiştina bîranîna wan; mezinirina têkoşîna ji bo guhertina vê pergala tarî ye. Ji bo parastina jiyanê, ji bo parastina paşeroja me, niha dema têkoşîna bi hev re ye. Em ê teslîmî tarî û tirsê nebin.”
Xwendekarên lîseyê piştî daxuyaniya çapemeniyê, ji pêşiya avahiya OSYMê heta Navenda Çanda Turkan Saylanê bi dirûşman meşiyan.













