• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Ji ber topbarana leşkeran şewat derket

    Ji ber topbarana leşkeran şewat derket

    Siyasetmedarên Kurd Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn

    Siyasetmedarên Kurd Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn

    Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

    Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Ji ber topbarana leşkeran şewat derket

    Ji ber topbarana leşkeran şewat derket

    Siyasetmedarên Kurd Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn

    Siyasetmedarên Kurd Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn

    Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

    Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Dîdîmê coşa 8ê Adarê: Em bi berxwedanê jiyaneke azad dihûnin

Aydin / AW

2 ADAR 2026 - 17:44
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel li navçeya Didimê ya Aydinê beşdarî bernameya 8ê Adarê bû û diyar kir ku ji bo rizgariya mirovahiyê û aştiyeke mayînde, modela “Rêya Sêyemîn” û pergala demokratîk yekane çareserî ye.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a navçeya Aydina Didimê û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li avahiya navçeyê civîneke jinan pêkanîn. Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Jinan bi tîlîlî, erbane û stranan pêşwaziya Sabahat Tuncel kirin. Di salonê de pankarta “Em bi berxwedanê jiyaneke azad û wekhev dihûnîn” hat daliqandin û bênavber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.

Sebahat Tuncel di axaftina xwe de bal kişand ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û girîngiya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku pêşniyarên Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên herêmê projeyeke jiyanê ye û got: “Em dibînin ku daxwazên gelan ên ji bo azadî û edaletê li hemberî rejîmên zextkar û paşverû her roj zêdetir dibin. Îro li Îranê û li gelek deran jin û ciwan li ber xwe didin. Li aliyekî mudaxaleyên emperyalist, li aliyê din rejîmên faşîst hene. Lê em ne mecbûrî van her du vebijarkan in. ‘rêya sêyemîn’ pêkan e. Ev rê jî jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan e. Tenê rejîmeke demokratîk û piralî dikare mirovahiyê rizgar bike.”

‘Em ê pêşerojê li ser bingeha wekheviyê ava bikin’

Sabahat Tuncel anî ziman ku modela li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê tê nîqaşkirin, bingeha “yekîtiya demokratîk” û “biratiya gelan” e û got: “Kurd dixwazin bi nasname û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, lê di heman demê de dixwazin bi gelên cîran re jî jiyaneke wekhev û hevwelatiya azad ava bikin.”

‘8ê Adarê roja berxwedanê ye’

Di dawiya axaftina xwe de Sabahat Tuncel bal kişand ser dîroka 8ê Adarê û wiha pê de çû: “8ê Adarê ji ked û berxwedana jinên karkerên tekstîlên yên ku di sala 1857an de hatin şewitandin tê. Lewma ev roj ji bo me ne tenê şahî ye, roja têkoşînê ye. Em li dijî her cûre tundî, tacîz û mêtingeriya li ser ked û bedena jinan dengê xwe bilind dikin. Ji bo ku em careke din wan neêşin, divê em tora xwe ya têkoşînê xurtir bikin.”

Civîn bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

 

Etîket: 8ê AdareAydincivînSebahat Tuncel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‎Li Wezaretê civîna karkerên madenê didome

‎Li Wezaretê civîna karkerên madenê didome

1 HEZÎRAN 2026
Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

5 GULAN 2026
Li Aydinê Saziya Çand û Hunerê ya Azad hate vekirin

Li Aydinê Saziya Çand û Hunerê ya Azad hate vekirin

3 GULAN 2026
Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

1 GULAN 2026
Çarçoveya Hemahengiyê ji bo diyarkirina namzetê serokwezîriyê civiya

Çarçoveya Hemahengî dîsa civîna xwe paşxist

25 NÎSAN 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (48)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne