Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan bi sûcdariya “bertilê stendine” hat girtin.
Di 28ê Sibatê de Şarêdarê Boluyê Tanju Ozcan û gerînendetiyên şaredariyê jî di nav de 13 kes bi sûcdariya “bertilê stendine” hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyê 13 kes sewqî dadgehê hatin kirin. Tanju Ozcan û alîkarê şaredar Suleyman Can bi sûcdariya “bertilê stendine” hatin girtin û 11 kes jî hatin berdan.













