Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku moşekek balîstîk a ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve hatiye avêtin aliyê pergala parastina hewayî ya NATOyê ve hatiye îmhakirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku moşekek ji Îranê hatiye avêtin, piştî ku ji qada hewayî ya Iraq û Sûriyeyê derbas bû û berê xwe dabû Tirikyeyê, li Rojhilatê Derya Spî ji aliyê pergala parastina moşek û hewayî ya NATOyê ve ji hewayê hate îmhakirin.
Wezareta Parastinê diyar kir ku parçeyên moşekê ketine li navçeya Dortyolê ya Hatayê. Hate ragihandin ku di bûyerê de tiştek bi kesî nehatiye.













