Êlih – Dayika Rojwelat Kizmaz, Taybet Kizmaz diyar kir ku mirina keça wê bi awayekî bi guman e û bang li Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê kir û got: “Ez dixwazim ku Wezîrê Edaletê li doza keça min bibe xwedî û çawa hatibe kuştin bila êdî rastî derkeve holê.”
Rojwelat Kizmaz a 26 salî ji navçeya Kercewsê ya Êlihê bû. Rojwelat Kizmaz û Gulistan Dokû bi hev re li Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê beşa mamostetiya polê dixwendin. Rojvelat Kizmaz ku di 9ê Sibata 2024an de li Taxa Petrolê ya Êlihê winda bû, di 12ê Sibata 2024an de cenazeyê wê li Bendava Heskîfê hate dîtin. Mirina wê weke ya Gulistan Dokûyê bi “Xwekuştinê” hate pênaserkirin û bi vî awayî ser dosyayê girtin. Dayîka Rojwelat Kizmaz, Taybet Kizmaz têkildarî rewşa keça xwe ji ajansa me re axivî. Taybet Kizmaz diyar kir ku dema çavên xwe bi cilên keça xwe zuwa kiriye gumana wê çêbûye ku hê jî keça wê sax e û got ew ji mirina keça xwe bi gumane.
Taybet Kizmaz bi bîr xist ku keça wê Rojwelat Kizmaz roja ewil ku windabûye pêşî çûne agahî dane qereqolê ji bo ku lê bigerin û tevî ku agahî dane jî dîsa lê negeriyane û wiha axivî: “Tevî ku em çûn me agahî da wan jî dîsa lê negeriyan. Sê rojan windabûyî ma, her sê rojan jî em lê digeriyan û em li ser piyan bûn. Ne polîsek, ne jî leşkerek tu rêveberekî dewletê lê nedigeriya. Bi me re nedihatin, ne me wan li pêşiya xwe dît, ne jî li pişt xwe dît. Qet lê negeriyan. Ez di wê navberê de rojê sê caran diçûm qereqolê, min lê dipirsî. Gelek caran me ji wan re digot kamerayan vekin, venedikirin û digotin; ‘Kamera tune ye, kamera xerabûyîne.’ Ew bendava ku keça min lê hate windakirin çawa bê kamera ye. Çûkek li wir bifire ew çûk xuya dike. Sê rojan keça min li ku derê ma? Zivistan bû û meha Sibatê bû, di wê sermayê de sê rojan li ku derê ma? Em çûn bi saetan em li ber ew kelekvanên li qeraxên avê man û me ji wan pirsî gotin, qaptanê me ne li vir e. Dema ku me bi derfetên xwe cilên wê dît, qaptanê wan kelekan bi lez li ber me amade bû. Çima roja şemiyê kete avê ew dernexistin? Çima hiştin duşemê? Ew kes sê rojan li ber wê avê ma qet şil jî nebû. Herkes jî dizane ku neketiye avê. Weke ku hinek ji min re bêjin, sê roj in ev cil li vir in qet şil nebûne. Beriya ku biketana avê divê wan cilan ji me re bianîna. Divê em dewlet in, her derfet di destê me de heye lê nikarin li kesên winda bigerin.”

‘Piştî ku Gulistan windabû ew kes jî çû’
Taybet Kizmaz di berdewama axaftina xwe de bang li Wezîre Edaletê yê Tirkiyeyê kir ku mafê keça wê bê pirsînê û wiha pêde çû: “Ez dixwazim ku Wezîrê Edaletê li doza keça min bibe xwedî û çawa hatibe kuştin bila êdî rastî derkeve holê. Piştî ku Gulistan windabû ew jî çû. Gelek li ber diket û qala wê dikir. Hevalên hev bûn, ji hev hezdikirin û bi hev re dixebitîn. Lê ji me re tiştek nedigot. Dema ku em li cila digeriyan ji me re digotin; noqav tune ye. Gotin, noqav birine Kercewsê hinekî din ketine avê. Ew roj hiştin gotin ‘ew ê tîmek ji Xarpêtê bê lêgerînê bike. Bijîjk jî ji me re digot roja şemiyê ketiye avê. Dema ku em çûn wir dibe ku beriya me jî hatibe kuştin. Dikaribûn wê derxin, ku bixwestina nedihiştin roja duşemê. Bi zanebûn wisa kirin ku can bide û wê wisa bidin me. Her wiha kurê min jî bijîjktî qezenc kiribû wî ji dibistanê birin û girtin. Tu tiştekî wî tunebû, ew bê sûc 8 sal di zindanê de hiştin. Ger sûcekî wî hebûna min bigotana bila bê girtin, lê tiştekî ku kiribe tunebû. Piştî derket min têr wî bêhn nekir û çû derveyî welat. Berê hevjînê min jî ketibû zindanê û tundî lê hatibû kirin. Piştî hevjînê xwe ez jî hatim girtin. Ji me re digotin; ‘hûn teror in.’ Wê demê hê zarokên min gelek biçûk bûn. Keça min a biçûk jî di zindanê de bi min re bû.”
‘Kêfa wê û Gulistan ji dibistanê û jiyanê re dihat e’
Taybet Kizmaz da zanîn ku keça wê Rojwelat piştî ku dibistan diqedîne li benda tayîna xwe bûye û got ku ji ber sicîla malbatê dewletê nexwestiye tayîna keça wê bê kirin. Taybet Kizmaz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dersên wê gelek baş bûn. Gelek li ber diket ku nedihat tayînkirin. Ger ku dewlet dewlet bûna, dê bi wijdan tevbigeriyana. Dema ku em çûn, me agahî da wan, ku bigeriyana dê ciwana min bihatana dîtin. Ew kes sê rojan li ku derê ma û li ku derê stirî? Dema ku em çûn pirsî ji me re gotin; ‘Roja yekşemê ketiye avê.’ Û gotin; ‘Di demek nêzîk de jî jiyana xwe ji dest daye.’ Lê dema ku çavên min bi cilên ziwa ketin, ez dibêjim ew hê jî sax bûye. Ne mimkune ku ne dîtibin, li her derî êdî kamera hene. Li cihekî weke gundan û çiyayan kamera datînin û her tiştî dibinin, bi tenê yên ser bendavê nayên dîtin. Piştî ku Gulistan çû ew jî gelek caran li Dêrsimê dima. Gelek caran me jê re digot were nedihat. Kêfa wê û Gulistan ji dibistanê û jiyanê re dihat. Heta ku xwe dane xwendin herduyan jî bi wê feqiriya xwe dixebitîn. Gelek kêfa wê dihat û digot; ‘ger ku tayîna min pêk bê ez ê li gund bibim mamoste.’ Pişt re ji qehra êdî dixwest derkeve derveyî welat, serlêdan kir û vîze jê re nedan. Got, ez ê bi qaçaxî biçim, birayên wê qebûl nekirin. Gelek resmên xweş xêz dikir. Gelek caran ji min re digot, ez ê bibim wênesaz. Dewletê berê jî heman zilmê li me dikir, heywanên xesiya min şewitandin. Wê birin û bi wê extiyariyê îşkence lê kirin. Du kurên wê jî di salên 90î de qetilkirin. Her tim ev kiryarên ku hatine kirin di serê wê de bû. Beriya ku bê qetilkirin jî gotibû; ‘ger ku rojek ez jî mirim bila gora min li cem a apê min be.’”









