Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin bi lêv kir ku divê mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bêşert û merc pêk were û got: “Heke ew pêvajo tunebûya jî divê ew maf pêk were. Mafê hêviyê mafek gerdûnî ye û divê ji bo hemû girtiyên siyasî demildest pêk were. Ev maf dikare li gorî makezagona kevin jî bê bi cihanîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêkanîna vî mafî gelek girîng e.”
Komîsyona Meclîse ku di 5ê Tebaxê de avabibû di 18ê Sibatê de bi amadekirina rapora hevpar re xebatên xwe bi dawî kir. Rapora hevpar a Komîsyonê Meclîsê dê ji komîsyonên îhtîsasê yên Meclîsê bên şandin û li wir jî weke pêşniyarqanûn wê ji Lîjneya Giştî ya Meclîsê re bên şandin. Li Lîjneya Giştî ya Meclîsê jî piştî erê kir dê weke qanûn bikevin meriyetê. Raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê jî li bendêye ku peşniyarên rapora hevpar a Komîsyona Meclîse piştî Cejna Remazanê weke qanûn derbikevin. Lê ji bo derxistina qanûnan demeke diyarkirî tune ye û dê çiqas bajo nediyar e.
Pêşiya azadiya Abdullah Ocalan û girtiyan vedibe
Di xalên bingeha hiqûq û demokrasiyê ya Rapora hevpar de ji bo mafê hêviyê û girtiyên siyasî di çerçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de weke “Berdana bi şert” di raporê de cih girt. Ji bo bicihanîna biryarên DMMEyê peşniyara avakirina mekanîzmayekê di raporê de cih girt. Li gorî hiqûqnasan heke ew pêşniyar bibe qanûn ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî rêya azadiyê jî vedibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rapora hevpar a Komîsyona Meclisê wekî neencamek lê destpêkek nû nirxand. Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama 27ê Sibatê ya salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo Entegrasyona Demokratîk pêvîstiya qanûnên hemwelatibûna azad destnîşan kir. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin tekildarî rapora hevpar a Komîsyona Meclîse û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a hemwelatîbûna azad ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Rapora hevpar ji bo çareseriyê bingehek e’
Aydin bi lêv kir ku rapora hevapar a Komîsyonê ji aliyê pênasekirina pirgirêkê ve xwedî kêmasî bû ye lê ji bo pêşvêçûna pêvajoyê girîng e. Aydin ev tişt gotin: “Di raporê de navê pirsgirêkê tune ye. Li derdorê zivirîne lê weke pirsgirêka Kurd nehatiyê penasekirin. Heke tu nav rast pênase nekî ji aliyê çareseriyê ve jî pirsgirêk derdikevin. Gelek kemasî hene. Lê ya baş partiyên siyasî li ser mutabik bûne. Yanî ji sedî 90ê partiyên siyasî erê kirine. Ji bo wê jî bi vî awayî derketina rapora hevpar girîng e. Ji bo wê jî em dibêjin rapor bingeha çareseriyê ye. Ya girîng niha şûn ve ye. Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê saziyên sivîl û partiyên siyasî. Her wiha xala bicihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan jî xaleke girîng a raporê ye. Xala 7an a rapora Komîsyonê netenê ji bo pirsgirêka Kurd ji bo demokrasiya Tirkiyeyê jî pir girîng e. Heke ew pêşniyar weke qanûn derbikevin çareseriya pirsgirêka Kurd jî dê hesantir bibe. Her wiha ji bo kesên bi awayekî faîl nediyar hatinê qetilkirin û şewitandina gundan jî di raporê de tiştek nehatiye gotin.”
‘Mafê hêviyê divê bêşert û merc pêk were’
Têkildarî mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Aydin destnîşan kir ku mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nirxandina mafe hêviyê weke di çeçoveya pêvajoya çareseriyê de şaş dibînin. Ew mafekî gerdûnî ye. Bêyî pêvajoyê jî divê ew maf pêk were. Dadgeha mafê mirovan derbarê mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan biryar da ye. Bêyî şert û merc divê ew bi cih were. Weke ÎHDê dixwazin mafê hêviyê ji bo hemû girtiyên siyasî bêşert û merc bi cih were. Yanî ji bo vê nehewceyî derxistina qanûnan e. Bi Makezagona kevin jî dikarin pêk bînin. Lê divê Tirkiye Makezagona heyî ya encama Darbeya 12ê Îlanê jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê biguherîne. Yanî ji bo çêkirina nû divê em ji tiştên kevin xilas bibin. Mafê hêviyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî girîng e. Ji bo hemû girtiyên siyasî divê ew maf pêk were.”
‘Divê mafê perwerdehiya fermî ji bo Kurdî pêk were’
Cîhan Aydin anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê mafên neteweyî yên gelê Kurd bên mîsogerkirin û wiha axivî: “Divê mafê perwerdehiya zimanê dayikê pêk were. Her wiha divê hemwelatîbûna wekhev di mekazagonê de pêk were. Her wiha ji rêveberiyên xwecihî re jî qanûn bên derxistin û peywîra wan firehtir bibe. AKPê di serdema Serokkomariya Ahmet Necdet Sezer de qanûnek ji bo rêveberiyên xwecihî derxit. Lê ji ber serokkomarê wê demê erê nekir ew qanûn neket meriyetê. Heke ew qanûn bikeve meriyetê dikarê peywîra rêveberiyên xwecihî fireh bike. Ew qanûn a AKPê bû. Careke din dikarin qanûnek wisa derbixînin. Em van her 3 mijaran ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke bingeh dibînin.”
Entegrasyona demokratîk û qanûnên hemwelatîbûna azad
Derbarê peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser entegrasyona demokratîk û qanûnên hemwelatîbûna azad jî Aydin diyar kir ku Abdullah Ocalan pêşniyareke demokrasiyê û hiqûqê dike û wiha pê dê çû: “Birêz Ocalan dibêje heke dewlet demokratik be pirsgirêk jî dê bê çareserkirin. Yanî heke komar ji nû ve bê avakirin û xwe ji aliyê demokrasiyê ve biguherînê pirsgirêka Kurd jî pirsgirêka jinan jî dikarê çareser bibe. Ji bo wê jî bingeh demokrasî ye. Heke demokrasiyeke rast were avakirin pirsgirêk çareser dibin. Lê dema em desthilatê dinêrin ji bo vê yekê ne amade ye û her ku diçe behtir ber bi desthilatiyê ve diçe. Xetereya mezin jî ew e. Heke desthilat berê xwe bidin demokrasiyê dê pirsgirêk çareser bibe. Bingeha vê meriv dikarê tije bike, weke pêkanîna mafên neteweyî yên Kurdan û pêkanîna hiqûqê û demokrasiyê. Lê desthilat hêj jî ji demokrasiyê ditirse. Qanûnên hemwelatibûna azad taybet mînakên ji bo welatên lê şer derketî û piştre çareserî çêbûye ye. Qanûnên hemwelatibûna azad jî mîsogerkirina mafên gerdûnî yên hemû welatiyan e. Yanî tevlêbûna civakê, tevlêbûna rêveberiya dewletê û bikaranîna hemû mafan e. Entegrasyona demokratîk jî li ser vê esasî ye. Berovajî asîmîlasyonê tişta birêz Ocalan dibêje; hemû welatî bi ziman, çand û hebûna xwe tevlê komarê bibin.”
‘Divê Tİrkiye li Îranê bi Kurdan re polîtîkayeke dostane pêş bixe’
Di dawiya axaftina xwe de Cîhan Aydin bal kişand ser êrişên li dijî Îranê û bandora wê ya li ser Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo Rojava jî me got divê Tirkiye piştgiriya Kurdan û hezên demokrasiyê bike lê Tirkiyeyê ew politika nepejirand û bêbandor ma. Ji bo Îranê jî pêkane ku heman mijar were rojevê. Heke Tirkiye dixwaze li vir çareseriyekê pêşbixe divê li Îranê jî bi Kurdan re polîtikayeke dostane pêş bixe. Heke Tirkiye polîtikayeke bi vî rengî pêş bixe hem li Tirkiyeyê û hem jî li Îranê dê çareserî pêş bikeve. Tirkiye jî dê bêhtir xurt bibe.”













