Aktîvîstên TJAyê ji bo mitînga ku dê di 7ê Adarê de li Êlihê li dar bixin li gelek tax, park, kargehan û li nava bazaran geriyan û bi belavkirina belavokan jin vexwendin mitîngê.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî mitînga ku dê di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de di 7ê Adarê de li Dortyolê ya li pêşiya avahiya DEM Partiyê bê lidarxistin belavok belav kirin. Jinên ku li gelek tax, tekstîl, park, kargeh û li nava bazaran geriyan banga tevlibûnê li jinan kirin. Jinan di heman demê de wênên ku keziyên hunandî li ser bi dîrekan ve kirin. Jin ji bilî tax, kargeh û bazaran çûn malan jî û jin vexwendin mitîngê.
Dema ku jinan belavok belav dikirin gelek jinên li taxan ew bi kêfxweşî pêşwazî kirin û gotin: “Em hefteyeke amade ne ku ew roj bê em roja xwe pîroz bikin.” Jinan belavok li mêran jî belavkirin ku bidin hevjînên xwe. Jinan piştî belavokên xwe qedandin, belav bûn.



















