Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin û dest danîn ser kompûter û hard dîskan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, polîsan li Amed, Wan û Stenbolê bi ser malên rojnamevanan de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnamevan Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin desteserkirin.
Bi ser şîrketên produksiyonê de girtin
Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser Produksiyona Marti û Produksiyona Guncel ên li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin xwediyên şîrketan bi ser de girtin, derî şikandin, dest danîn ser hemû kompûter û hard dîskan. Lêgerîna li şîrketan xelez bû û sedema serdegirtinê nehate zanîn.