Li Manisayê, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi beşdariya Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek jinan “Sifreya Piştevaniya Jinan” hat danîn. Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser di rojekê de qetilkirina 6an û diyar kir ku ev bilançoya şer e.
Li Manisayê, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi beşdariya Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek jinan “Sifreya Piştevaniya Jinan” hat danîn. Di bernameyê de pankarta “Jinên hatine qetilkirin sedema raperîna me ne, rêxistinbûn xweparastina me ye” hat vekirin û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.
‘Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin: Ev bîlançoya şer e’
Di bernameyê de Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û bal kişand ser zêdebûna tundiya li ser jinan û got: “Li vê welatî di rojekê de şeş jin hatin qetilkirin. Ev ne rewşeke asayî ye, ev bîlançoya şer e.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît betalkirina Peymana Stenbolê û pêkneanîna qanûna hejmar 6284an rexne kir û destnîşan kir ku polîtîkayên desthilatdariyê rê li ber komkujiyan vedike û got: “Em naxwazin bibin serê tacan; em jiyaneke bi rûmet û pergaleke azad dixwazin.”
‘Em ê Rojava biparêzin’
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û diyar kir ku hişmendiya zayendperest û mezhebperest a HTŞê ji bo Kurd, Elewî û Durziyan gefek e û got: “Jinan li dijî barbariya DAIŞê li eniya herî pêş şer kirin, em ê şoreşa Rojava biparêzin ji ber ku jin li wir rasterast bûn kirde.”
‘Aştî ji bo me wek nan û avê ye’
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û girîngiya aştiyê û diyar kir ku mêr şer derdixin, lê em ê jin aştiyê ava bikin. Aştî ji bo me wek nan û avê girîng e. Tirkiye li ser rêyeke krîtîk e; an dê aştiya navxweyî pêk were û rêyeke demokratîk vebe, an jî dê di vê pergala heyî de israr bikin û bi berdêlên giran re rû bi rû bimînin.”
Çalakî bi dirûşm û coşa jinan bi dawî bû.














