Stenbol – Şandeyek ji partiyên siyasî ku bi riya parêzeran bi Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli re hevdîtin pêk anî, li ber Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî da çapemeniyê û xwest ku îktîdar demildest gav bavêje û girtiyên siyasî serbest berde.
Komîsyonek ji DEM Partî, CHP, EHP, EMEP, TÎP, TOP û pêkhateyên DEM Partiyê pêk tê bi riya parêzeran li Girtîgeha Edîrneyê bi Hevserokê berê ya HDPê Selehattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Amedê ya berê Selçuk Mizrakli re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin bi riya parêzerên Selahattîn Demîrtaş pêk hat. Şande pêşiyê bi şandeyê re hatin cev hev, nêrîn û pirs girtin û piştre bi Demîrtaş û Mizrakli re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê parêzeran peyamên Demîrtaş û Mizrakli bi awayek nivîskî ji şandeyê re ragihandin. Piştî hevdîtinê li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê ya Giştî Tuncer Bakirhan, Serokên Giştî yên partiyên siyasî, parêzerên Demîrtaş, rêxistina DEM Partiyê ya Edîrneyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Serokê EHPê Ozturk: Em dixwazin gavekî girîng biavêjin
Serokê Giştî ya EHPê Hakan Ozturk ewilî axivî û destnîşan kir ku ew îro ji bo vekirina deriyê aştiyê hatine ber Girtîgeha Edîrneyê û got: “Ev saleke pêvajo heye. Îro ji bo danûsatandina bi Demîrtaş re em hatine vir. Rewş êdî guncav e. Em dixwazin gavekî girîng biavêjin û rêya vegera berê bigirin. Ev gav ji bo pêvajoyê girîng e.”
EMEP: Divê dewlet gav biavêje
Serokê Giştî EMEPê Seyît Arslan jî diyar kir ku ev 10 sal e hevalên wan li vir tên girtin û wiha axivî: “Em banga aştiyê dikin. Hevalên me bi hincetan tên girtin. Ev welat van tiştan heq nake. Divê dewlet gav biavêje û biryarên DMMEyê bi cih bîne. Ji bo aştiyê hewceyî efûyeke siyasî heye.”
CHP: Divê biryarên DMMEyê bên pêkanîn
Dûre Cîgira Serokê Giştî ya CHPê Gul Çîftçî axivî û ev tişt gotin: “Îro şaredar bi operasyonên siyasî tên girtin. Desthilatdar bi sindoqan nikare mixalefetê têk bibe. Ji bo wê operasyonên sîyasî pêk tîne. Mijar ne hilbijartine, mijar aştî ye. Divê biryarên DMMEyê werin bi cih anîn. Hewcedariya vî welatî nezext e, êşerojekî hevpar e.”
Bakirhan: Dewlet samîmî be divê gavan bavêje
Paşê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek mijar hene lê herkes li edaletê digere û ev tişt anî ziman: “Di rapora Komîsyona Meclîsê de jî ev lêgerîna edaletê tê ziman. Heke dewlet samîmî be gava yêkemîn pêkanîna biryarên DMMEyê ye. Kesên li edalatê digerin çima di girtîgehan de ne. Ew kesên girtî werin berdan jî naçin tu derî. Ji ber ku ji wî welatî hez dikin û dê ji bo pêvajoyê bixebitin. Aştî bê Fîgen û Demîrtaş nabe. Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan.”
Baş: Girtina her siyasetmedarekê binpikiran mafên gelan e
Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş jî anî ziman ku siyasetmedar bi destê desthilatdariyê hatine girtin û wiha pêde çû: “Her roj siyasiyeke kumpas pêk tê. Girtina her siyasetmenderakî tê wateya binpêkirina mafê gelan. Di dawiyê de li Meclîsê komîsyon hate avakirin û got biryarên dadgeh û DMMEyê nayên bi cih anîn. Destpêk bi cih anîna Makezagonê pêwist e.”
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.






















