• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îranê teqîn, şewat û dûman: 400 cih bûn hedef, 33 sivîlan jiyana xwe ji dest da

8 ADAR 2026 - 17:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Îsraîl û DYAyê piştî hedefên leşkerî, îstîxbarî û ewlehiyê yekem car li tora enerjiyê ya Îranê dan. Di encama êrişan de li gelek bajarên Îranê şewat bi bîr û depoyên petrolê ket. Gelek bajar di bin dûmanê de man û li Tehranê agir bi petrola ji bîran herikî nave kuçeyan bû. Îsraîlê diyar kir ku di 24 seatan de li 400 hedefan dane, rêxistinên civakî daxuyandin ku di ji duh ve 33 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û saziyên tenduristiyê yên Îranê ji ber dûmana petrolê hişyariya asta qirêjbûna hewa û tedbîran kirin. PENê rejîm ji bo girtiyên siyasî hişyar kir.

Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 9emîn de berdewam dike. Îsraîl û DYAyê di 24 saetên dawî de êrişên xwe zêde kirin. Îranê jî ligel ku Serokwezîr Mesûd Pezeşkiyan angaşt ku êdî êrişî dewletên cîran nakin jî di 24 seatên dawî de êrişan berdewam kir.

Êriş ber bi hedefên pîşesazî ve fireh dibin  

Hêzên hewayî yên Îsraîlê li rojava û navenda Îranê êrîşên berfireh pêk anîn. Di nav van êrîşan de depoyên petrolê li Tehranê, navendên çêkirina moşekên balistîk, baregehên IRGCê û navendên leşkerî bûn hedef. Di êrişên hewayî de yekem car tora enerjiyê, rafînerî û depoyên petrolê hetef hatin girtin.

Şewat û dûman bi ser Tehranê ket

Îsraîl û DYAyê di êrişên duh de li gel hedefên leşkerî û îstîxbarî, giranî dan tora enerjiyê ya Îranê. Li du herêmên Tehranê depoyên mezin ên petrolê û neftê bûn hedef. Wêneyên li ser torên civakî belav bûn nîşan didin ku piştî bimbebaranê, benzîn û madeyên petrolê ji depoyan herikîn. Li hind kolan û kuçeyên taxan agir bi petrola li kolanan ket û şewatên mezin derketin.

Îsraîl: Tesîs ji bo binesaziya leşkerî dihat bikaranîn

Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF), Hikûmeta Îranê tesîsên hedef hatine girtin ji bo hiştgiriya binesaziya leşkerî bikar dianî.

Qirêjkirina hewa û xetera jîngehî

Rêveberiya Jîngehê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrîşên dawî yên DYA û Îsraîlê li ser depoyên petrolê, hejmarek mezin a madeyên qirêj tev li hewa bûne. Li gorî daxuyaniyê, şert û mercên hewayî derketiye asta xeteriyê. Saziyê ji welatiyan xwest ku heta ku pêwîst nebe dernekevin û mimkûn be li malan bimînin.

Heyva Sor hişyar kir: Ger baran bibare xeterî dê mezin be

Heyva Sor a Îranê jî bi daxuyaniyekê hişyar kir ku teqîn û agirên depoyên petrolê madeyên jehrî yên hidrokarbonan, oksîdên sulfur û azotê belav kirine. Li gorî daxuyaniyê, ger baran bibare dê gelek bi asîdî û xeter be. Saziyê ragihand ku baran dikare şewatên kîmyewî li ser çermê mirovan çêbike û zirarên giran bide mirovan.

Li navendên moşekan û tesîsên leşkerî dan

Li gorî agahiyên leşkerî yên Îsraîlê, di êrîşên dawî de du navendên sereke yên çêkirina moşekên balîstîk li Parçîn û Şahrûdê hede fhatin girtin. ÎDFê raihand ku li van her du tesîsan fabriqeyên çêkirina madeyên teqînî, kompleksên madeyên raw ji bo motorên moşekan çêdikin, tesîsên montekirin û avêtina motorên moşekan û navendên ku ji bo lêkolîn û çêkirina moşekan têne bikaranîn hebûne.

‘Di rojekê de 400 hedef hatin tunekirin’

Hêzên Hewayî yên Îsraîlê ragihandin ku di 24 saetên dawî de li rojava û navenda Îranê zêdetirî 400 hedefên leşkerî hedef girtine. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rampayên moşekên balîstîk, pergalên parastina hewayî, depoyên çekan û navendên fermandariyê yên leşkerî hebûne.

 

Navendên polîs li Îsfahanê hatin bombekirin

ÎDFê daxuyand ku li Îsfahanê navendek fermandariyê ya polîsên rejîma Îranê têkbiriye û baregehek yekîtiya polîsên taybet jî hatiye tunekirin. Li gorî agahiyan, ev hêz berê di kuştina çalakgeran de xwedî rolek mezin bûye.

Li bajarê Farsê teqînên mezin

Li herêma Darabê ya Parêzgeha Farsê jî binkeyek bin erdî ya moşekan bû hedefa balefirên şer ên Îsraîl û DYAyê. Wêneyên piştî êrîşê nîşan didin ku tesîs bi giranî zirar dîtiye.

HRANA: 33 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Li gorî daneyên ku ji aliyê Ajansa Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) ve hatine belavkirin, di roja 8emîn a şerê Îsraîl–DYA û Îranê de li 30 parêzgehên Îranê teqîn tespît kirine. Di daxuyaniya rêxistinê de hate diyarkirin ku di 24 saetên dawî de di 133 bûyeran de 485 êrîş hatine qeydkirin. Heman çavkaniyê ragihand ku herî kêm 33 sivîl hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Ji PENê hişyariya girtîgehan

Rêxistinên PENa Amerîca û PEN Sydneyê bi daxuyaniyek hevbeş balkişandin ser rewşa ewlehiya nivîskar, rojnamevan, lêkolîner û girtiyên siyasî yên li Îranê û banga hişyariyê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, xwe gihandina girtiyan a bi xwarin û dermenan sînordar bûye, gelek karmendan cihên xwe terikandine û li şûna wan hêzên ewlehiyê yên taybet hatine bi cih kirin.

Îran: Em serî natewînin

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkîyan ragihand ku Îran li ber zextên DYA û Îsraîl serî natewîne. Pezeşkiyan got ku Îran dê li dijî êrîşan bersiv dide.

Netanyahû: Em rûyê Rojhilata Navîn diguherînin

Serokwezîrê Îranê Binyamîn Netanyahû jî bang li gelê Îranê kir ku serî hildin. Netanyahû daxuyand ku naxwazin Îranê perçe bikin lê dixwazin gelên Îranê rizgar bikin. Ji bo vê jî Netanyahû ji gelên Îranê xwest ku li dijî rejîmê serî rakin.

Îranê rêber hilbijart lê aşkera nekir

Nûnerê Weliyê Feqî yê li parêzgeha Xorasana Rezewî Ehmed Elemeulhuda destnîşan kir ku wan hilbijartin bi dawî kirine û ji bo Îranê rêberê olî hatiye hilbijartin. Ehmed Elemeulhuda got ku rêber hatiye hilbijartin û endamên Meclîsa Pisporan jî hew dikare vê biryarê biguhêrîne. Hêjayê gotinê ye ku li gor vê daxuyaniyê rêberê olî yê Îranê hatiye diyarkirin û tu destûr û erk hew dikare vê biryarê biguhêrîne. Lê li gel vê jî navê diyarkirî eşkere nekirine. Ji ber vê encamê gelek derdor demildest eşkere kirin ku Îran ji ber fikara dê ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve bê kuştin newêre navê rêberê xwe yê olî eşkere bike.

Îsraîlê: Rêberê nû nehilbijêrin

Berdevekê Beşa Erebî yê Hêzên Parastinê ya Îsraîlê (IDF) Avichay Adraee li ser hesabên fermî yên dijîtal peyamek weşand. Di peyamê de wiha hate gotin: “Piştî ji holêrakirina Xamaneyê zalim, rejîma terorîst a Îranê niha hewil dide xwe ji nûve bi rêxistin bike û serokek nû hilbijêr e. Encûmena Pisporan a Îranê ku ev 40 sale kom nebûye, tê payîn di demek nêz de li bajarê Komê kom bibe.” Adraee diyar kir ku destên Îsraîlê yên dirêj, Xelîfeyê nû û hemû kesên hewil didin wî hilbijêrîn dişopîne û dê ji holê rake. Anraee bi gotina, “Em hemû kesên difikirin tev li civîna hilbijartina xelîfeyê nû bibin, hişyar dikin: Hûn jî dê bibin hedefa me” hişyariya xwe dubare kir.

 

Etîket: balefirDYAÎlamÎranÎsraîlKurdistanTehrantesîsên petrolê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê careke din Koye bombebaran kir

Îranê careke din Koye bombebaran kir

27 NÎSAN 2026
Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

Kampa Sûrdaş dîsa hate bombebarankirin

27 NÎSAN 2026
Trump: Nûçeya li ser kuştina Xameneyî rast e

Trump bi rojeva Îranê civîna krîzê pêk tîne

27 NÎSAN 2026
Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

27 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
DYAyê bi îdiaya ‘gendêliyê’ dest datîne ser vîlaya Mensûr Barzanî

DYAyê bi îdiaya ‘gendêliyê’ dest datîne ser vîlaya Mensûr Barzanî

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (987)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne