Çeteyan li Serêkaniya binxetê ya dagirkirî 16 kes revandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji Serêkaniyê dane ANHAyê; çeteyên “Polîsên Leşkerî”, “Silêman Şah” û çeteyên “El Melek Şah” yên bi ser Tirkiyeyê ve şevê din li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî bi ser malan de girt û 16 kes revandin.
Çavkaniyan diyar kir ku ji hin kesên hatine revandin jî çeteyên “Ceyş El Wetenî” ne ku dixwazin vegerin herêmên xwe.
Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan kesên revandî birine cihekî nediyar.