Hate ragihandin ku Dêriyê Sînor ê Nîsêbînê yê ku di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê de wê hefteyê vebe.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi dest xistine, Deriyê Sînor ê Nisêbînê yê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê de wê vê hefteyê vebe. Çavkaniyên ku agahî dane ajansê ragihandin ku di çarçoveya bicihanîna peyama 29ê Çileyê de, Deriyê Sînor ê Nisêbînê yê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê de dê vê hefteyê were vekirin.
Deriyê Sînor ê Nisêbînê, di salên dawîn de gelek caran hat girtin. Di sala 2016an de desthilata dewleta Tirk derî bi temamî girt.













