Li Sûriyê êrişên li sembolên Kurdan bû sedema nerazîbûna gelê Kurd û hate xwestin ku kesên êrişî sembola kirîn demildest bên girtin.
Di çarçoveya vegera kesên ji gundên xwe koçber bûyîn, komek Ereban vegeriyan gundê Emriye yê li çoltera Qamişloyê. Ji vê komê çend kesan bi çekan gule li sembolên Kurdan reşandibûn. Ev êrîşkarî hem bû sedema nerazîbûna gelê Kurd û hem jî rayedarên Rêveberiya Xweser.
Hate zanîn ku kesê êrişî sembolên Kurdan kirî, Husên el-Heso ye ku wekî bi kirinên xwe yên çetewarî tê zanîn. Hate ragihandin ku Huso endamek partiya Baasê bûye û bi boneya sûcên dizî, talan û tecawî û hişbiriyê hatiye darizandin.
Gel daket kolanan
Li dijî êrişkaran li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê gel dakete qadan û bertek nîşan da. Welatiyên ku bi çekan xwestin ber bi cihê bûyerê vê biçin, daxwaz kirin ku êrişkar demildest bên girtin. Her wiha gelek siyasetmedarên Kurd jî banga girtina vî kesî li asayîşê kirin.
Asayîşê li herêmê tedbîr girtin
Piştî rewş hate zanîn Hêzên Ewlehiya Hundirîn çûn herêmê û tedbîrên ewlehiyê girtin. Hate zanîn ku Huso li ser çûyîna asayîşê ji herêmê reviya ye an jî xwe veşartiye. Hate raihandin ku lêgerîna asayîşê ji bo girtina Huso didome.
Bertek didomin
Ligel ku çeteyê bi navê Husên el-Heso ji herêmê reviya ye jî gelê Kurd dixwaze ku ev kes û alîkarên wî ji hêla Hikûmeta Demkî ve bên girtin û darizandin. Her wiha hate xwestin ku ketina vî kesî ya bajarên Kurdan jî bê qedexekirin.













