• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

Stenbol / AW

9 ADAR 2026 - 13:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku deklarasyona “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” xwend destnîşan kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera wî hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîne û divê dewlet demildest gavên pêwist bavêje û wiha got: ” Îsal, em careke din bi hişmendî û biryardariya ku hebûna wekhev û azad bi nasname, ziman, bawerî û çandên cihêreng û avakirina jiyana xwe li ser bingehek wekhev û demokratîk, tenê bi têkoşîn û berxwedana rêxistinkirî û kolektîf mimkun e, derdikevin qadên Newrozê.”

Koordînasyona Navendî ya Newrozê bi armanca eşkerakirina deklarasyona Newroza 2026an li otêla Elîte Worldê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkên HDKê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, akitîvistên TJAyê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tev li civînê bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan metna bi Kurmancî ya deklarasyonê xwend.

Deklarasyona ku ji hêla Newroz Uysal Aslan ve hate xwendin wiha ye:

“Îsal, em 21ê Adarê, Cejna Newrozê, sembola şiyarbûn û nûjenbûnê, bi slogana ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ pîroz dikin. Ew îradeya ronahiyê li dijî tariyê, berxwedana li dijî zilmê, hebûn li dijî înkarê, têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet û dadperwer li dijî kolonyalizmê, û ji nû ve zayîna rêxistinkirî li dijî bêhêvîtiyê ye. Newroz, bîra çandî ya hevpar a gelan, hişmendiya dîrokî ye ku meşa bindestan ber bi azadiyê ve, lêgerîna wan a edaletê û îradeya wan a ji bo jiyaneke bi rûmet heta roja îro tîne.

Em li dijî zilm, kolonyalîzm û inkarê li berxwe didin

Di seranserê dîrokê de, gelên ku li hember zilm, kolonyalîzm, înkar û asîmîlasyonê li ber xwe dane, li dora agirê Newrozê xwe birêxistin kirine; nasname, çand û baweriyên xwe parastine, hevgirtina xwe xurt kirine û meşên xwe yên ji bo azadiyê domandine. Agirê Newrozê bûye dengvedana gerdûnî ya hebûn û dengê bindestan, yên ku hatine paşguhkirin û yên ku dihat xwestin bêdeng bibin. Vê mîrateya dîrokî berdewamiya berxwedanê saz kiriye û hesta hêviyê veguherandiye hêzeke civakî.

Wekhevî û demokrasî tenê bi têkoşînê pêkan e

Îro, em Cejna Newrozê bi biryardariya berfirehkirina armancên civaka demokratîk, sosyalîst û komunal ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pîroz dikin. Ev yek biryardariya me ya ji bo avakirina pergaleke civakî xurt dike ku mafê jiyana gel tê de were garantîkirin, îradeya gel were naskirin, qanûnên demokratîk serdest be û azadiya îfade û rêxistinbûnê were sazûmankirin. Îsal, em careke din bi hişmendî û biryardariya ku hebûna wekhev û azad bi nasname, ziman, bawerî û çandên cihêreng, û avakirina jiyana xwe li ser bingehek wekhev û demokratîk, tenê bi têkoşîn û berxwedana rêxistinkirî û kolektîf mimkun e, derdikevin qadên Newrozê. Çanda berxwedanê ya Newrozê bi ezmûna dîrokî nîşan dide ku azadî û demokrasî bi hêza xwe ya gel, hevgirtinê, têkoşîna rêxistinkirî û civakeke rêxistinkirî ve têne avakirin. Tenê rê û garantiya têkoşîna ked, azadî û demokrasiyê, ku bi bedelên mezin tê meşandin, pêşengiya jinan, dînamîzma ciwanan, berxwedana karkeran û hevgirtina gelan e.

Komîsyona Meclisê pirsgirêk rast bi nav nekir

Di vê çarçoveyê de, banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de, saleke bi têkoşînê tijî, li pey xwe hişt. Birêz Ocalan û tevgera wî gavên pêwîst avêtin û erkên xwe yên siyasî ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi cih anîn. Gelê Kurd û hêzên demokratîk jî piştgiriyên pêwîst ji bo pêşxistina çareseriyekê û bidestxistina veguherîna demokratîk peyda kirin. Gavên ku ji hêla tevgerê ve piştî banga dîrokî ya Birêz Ocalan hatin avêtin, îradeya gel ji bo avakirina jiyaneke wekhev û hevpar xurt kir, û bi hêza rêxistinkirî ya gel li kolanan mezin bû, potansiyela xwe ya ji bo hilberandina encamên siyasî derxist holê. Her çiqas avakirina komîsyonekê di nava Parlamentoyê de ji aliyê dewletê ve di vê pêvajoyê de girîng be jî, rapora dawî ya ku hat weşandin, ji aliyê naveroka xwe ve ji hêviyên gelê Kurd, bindestan û raya giştî ya demokratîk, û her wiha pêdiviyên herî kêm ji bo çareseriyê dûr maye. Mixabin navê pirsgirêkê jî rast nehatiye danîn. Meclis û siyaseta ku ji bo pirsgirêkan cihê çarseriyê ye, di çareseriya pirsgirêka kurdan de wêrekî nîşan neda û ji berpirsyariyê reviya.

Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêwistiyek dîrokî ye

Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Öcalan û afirandina şert û mercên ku ew bikaribe bi awayekî azad bixebite, ji bo pêşxistina çareseriyeke demokratîk, bidestxistina aştiyê û pêşvebirina pêvajoyê bo qonaxeke entegrasyonê ya erênî gava lezgîn û pêwîst e. Dema ku em ber bi qonaxa duyemîn a pêvajoyê ve diçin, avakirina şert û mercên wekhev ji bo danûstandinan bi sepandina prensîba hêviyê ji bo pêveçûna pêvajoyê şerteke girîng e. Di vê çarçoveyê de, tevî hemî kêmasiyên wê, girîng bûye ku pêşniyarên derbarê demokratîkbûnê de di rapora Komîsyona Parlamentoyê de di zûtirîn dem de werin bicîhanîn, û rêziknameyên qanûnî û destûrî yên pêwîst ên guncaw ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi lez û bez werin çêkirin.

Kolonyalîzm dê bi avakirina civaka azad têk biçe

Armanca Civakeke Aştîxwaz û Demokratîk ji daxwazeke siyasî wêdetir e; ew pêvajoyeke avakirina civakî ye. Ji bo me, ev pêvajo avahiyeke civakî temsîl dike ku tê de cûdahî wekî dewlemendî têne qebûlkirin, civakên xwecihkî têne bihêzkirin, rizgariya jinan wekî prensîbeke bingehîn tê pejirandin û jiyaneke lihevhatî ya bi xwezayê re tê avakirin. Her ku jiyana komunal di civakeke demokratîk de pêş bikeve, dê mimkun be ku kolonyalîzm bi dawî bibe, aştî pêk were, wekhevî were garantîkirin û jiyana hevbeş were bipêşxistin. Her ku jin azad bibin, civak jî dê azad bibe; her ku kolonyalîzma kedê û talankirina xwezayê kêm bibe, edalet dê xurt bibe.

Newroz bi îradeya gel mezin bûye

Tevî zilm û qedexeyan, Newroz bi îradeya gel mezin bûye; ev îradeya dîrokî, ku heta roja îro hatiye hilgirtin, dê bi heman biryardariyê bibe bingeha avakirin û pêşxistina civakeke demokratîk û komunal. Agirê Newrozê, wekî duh, îro jî dê li meydanan wekî hişmendiyek civakî ku berxwedanê xurt dike û berpirsiyariya avakirina jiyaneke hevpar ji bo pêşerojê xurt dike, were nîşandan. Bi mîlyonan kesên ku îsal dê meydanan tijî bikin, dê daxwazên xwe yên ji bo demokrasî, ked, azadî û wekheviyê bi awaya herî bilind biqîrin, veguherin sozek ji bo pêşxistina civakeke demokratîk û jiyana komunal. Newroz dê bibe îfadeya biryardariya gelê me ya ji bo avakirina edaletê, serdestiya hiqûqê, azadiya raman û îfadeyê, pirrengiya siyasî û wekheviya civakî ya bi hêz û têkoşîna xwe.

Felsefeya jin jiyan azadî bû nîşaneya jiyana nû

Têkoşîna azadiya jinan, ku ji berxwedana Rehşan, Ronahî, Zekiye, Bêrîvan, Kader, Îvana û gelekên din ên ku li dijî zîhniyet û pergala serdestiya mêr şerekî bêdawî dane, derketiye holê, îro rê li ber civakeke demokratîk û komunal vedike. Îradeya azadiya jinan, îro bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” ji bo jinên li çaraliyê cîhanê dibe slogana azadiyê; di porên wan ên honandî de dibe gerdûnî, ji bo mirovahiyê mizgîniya jiyaneke nû dide. Ev têkoşîn, ku li dijî serdestiya mêr, polîtîkayên şer û pergala dijminê jinan radibe, dê di pîrozbahiyên Newrozê de li hev bicive û bibe hêza avakirin û damezrandina civakek demokratîk.

Em hemû gelên xwe vedixinin qadan

Em bang li jin, ciwan, kedkar, karker, hunermend, rewşenbîr, hemû gel û civakên olî dikin ku di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bicivin; hêviyê geş bikin, hevgirtinê xurt bikin û agirê azadiyê geş bikin. Agirê Newrozê dê ronahiya aştiyê zêde bike, misogeriya demokrasiyê xurt bike û avakirina jiyaneke wekhev û azad bilezîne.

Newroz Pîroz Be!”

Etîket: NewrozNewroza 2026anNewroza Azadî û DemokrasiyêNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekargolu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (396)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne