Erebistana Siûdî ragihand ku ew mafê xwe diparêze û bersiv dan jî di nav de dê hemû tedbîrên pêwîst bigire. Her wiha hemû êrişên li ser Erebistana Siûdî û welatên li kendavê şermezar kir.
Li gor malpera Mepa Newsê; Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî li ser êrişên Îranê yên li dijî Erebistana Siûdî, welatên Konseya Hevkariya Kendavê û welatên din ên dost daxuyanî da û di daxuyaniyê de gotin ku van êrişan bi tu awayî nayên qebûlkirin û ne rewa ne. Wezaretê destnîşan kir kû ew van êrişên hatine kirin bi tundî şermezar dikin.
Wezaretê diyar kir dê Erebistana Siûdî ji bo parastina mafê welatiyên xwe û ewlehiya welatê xwe bersivdayîn jî di nav de çi pêwîst be dê bike. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku êrişên Îranê aloziya li herêmê zêdetir dike û ziyaneke mizin dide têkiliyên navbera her du welatan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrişan de sivîl, balafirgehan û tesîsên petrolê tên bombekirin ev jî li ser ewlehî û aramiya herêmî gefeke mezin e. Serokkomarê Îranê Mesûd Pezşkiyan diyar kiribû ku Îran dê êrişên welatê cîran û heremê neke. Ji bo êrişên hatibûn kirin jî lêborîn dabûn.
Rêveberiya Riyadê diyar kir ku tevî daxuyaniyên Pezşkiyan jî êrişên Îranê berdewam dikin.













