Çiyayê Benî Herîr ê li sînorê Hewlêrê bi dronên xwekuj hat bombebarankirin.
Êrişên komên çekdar ên li ser Eniya Meqawmeya Îslamî ya li ser Herêma Kurdistanê bênavber dewam dike.
Hate ragihandin ku berî çend kêliyan bi dronên xwekuj êrişî Çiyayê Benî Herîr ya li sînorê Hewlêrê hate kirin.
Têkildarî ziyanên êrişê ti agahî nehate bidestxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye di nava rojê de bi dronan êrişî Çiyayê Zemnako ya sînorê Silêmaniyê hatibû kirin.













