Amed – Endamên Komîteya Amadekar a Newroza 2026an a Amedê Ahmet Dogan û Demet Ceylan destnîşan kirin ku divê gelê Kurd bi cilê xwe yên heremî ji bo yekîtî û azadiyê, wekî lehiyê biherikin qadên Newrozê û gotin: “Gurzê di destê me de, civaka demokratîk e. Ger em li derdora vê felsefeyê bibin yek, em ê bi ser kevin.”
Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo pîrozbahiyên 21ê Adarê yên sala 2026an deklerasyona xwe duh eşkere kir. 11ê adarê dê li navçeyên Sûr, Dep û Bazîd û Kadîfekaleya Îzmîrê starta Newrozê bê dayîn. Li Amedê jî Newroz dê di 21ê Adarê de bê pîrozkirin. Fînala Newrozê jî dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê be. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Ahmet Dogan û Endama Meclîsa Şaredariyê Demet Ceylan têkildarî amadekariyên Newroza Amedê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Vê Newrozê wekî Newrozên her car nabînin’
Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan diyar kir ku ew Newroza 2026an wekî Newrozên ji rêzê nabînin û hêvî dikin ku ji bo Kurd û Kurdistanê bibe cihê destkeftiyên mezin. Ahmet Dogan, mîtolojiya Dehaq û Kawayê Hesinkar bi bîr xist û got: “Em vê Newrozê wekî Newrozên her car nabînin. Em bawer in ku di dîrokê de mîtolojiya Dehaq û Kawayê Hesinkar li Rojhilatê li hemberî zaliman pêk hatibû. Bi vê hêviyê, ez bawer im ku Rojhilata Kurdistanê wê roja 21ê Adarê agirê Newrozê û azadiyê pê bixe.”

‘Gurzê Kawayê Hesinkar îro paradîgmaya demokratîk e’
Ahmet Dogan, destnîşan kir ku gurzê Kawayê Hesinkar îro veguheriye felsefe û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Gurzê di destê me de, civaka demokratîk û pergala wê ye. Ger em li derdora vê felsefeyê bibin yek, em ê bi ser kevin. Pêwîst e em Kurd hişyar bin, xwedî li gel û axa xwe derkevin û yekîtiya xwe ava bikin. Xelasiya hemû kesên ku li hemberî pergalê tên pelçiqandin; jin, ciwan û baweriyên din, di yekîtiya Kurdan û paradîgmaya civaka demokratîk de ye.”
‘Komîte wê di xizmeta gel de be’
Ahmet Dogan anî ziman ku wekî partî û sazî, ew ê di qadên Newrozê de tenê şahiyê nekin, ji bo ewlehî û rehetiya gel di xizmetê de bin. Ahmet Dogan bangeke taybet li gel kir ku bi kincên xwe yên gelerî tev li pîrozbahiyê bibin û got: “Ti carî derfetên azadiyê yên wiha mezin neketiye destê gelên bindest. Em dixwazin hemû gelê Kurd û dostên wan wekî lehiyê biherikin qadan. Ger her kes bi cil û bergên neteweyî were, pergal nikare pêşî li wan bigire û astengiyan derxe. Em ji gelê xwe rica dikin ku bi cilên xwe ber bi qadan ve biherikin.”
‘Daxwazên xwe bi zimanê kurdî bînin ziman’
Endama Komîteya Amadekar Demet Ceylan jî diyar kir ku wan deklarasyona xwe bi dirûşma avakirina civakeke yekbûyî û demokratîk amade kiriye û armanca wan ew e ku bi hev re yekîtiya gelê Kurd ava bikin. Demet Ceylan, destnîşan kir ku divê Newroza îsal bibe wesîleya aştiyeke mayînde û wiha bang li hemû pêkhateyan kir: “Em daxwaz dikin ku di Newroza 2026an de zarok, jin û ciwan hemû bi cil û bergên kurdî beşdar bibin. Daxwazên xwe bi zimanê Kurdî bînin ziman; di kolan û sûkan de bi nasname û cilên xwe li qadan bi hev re Newrozê pîroz bikin. Wê dengê aştiyê û biratiyê ji qadên Newrozê hêj bilindtir be.”














