Enqere – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan qala hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Abdullah Ocalan ji Omer Ocalan re wiha gotiye: ““Li ser ziman, çand û hebûna Kurdan polîtikayên asîmîlasyonê hene. Lê dema ku hêza we ya siyasî tune be, hişmendiya we hatibe parçekirin ziman jî dê qels bibe.”
Ji bo vê yekê jî lazim e hêza siyasî hebe û hişmendiyeke xurt û koordînekirî hebe.Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 26ê Sibatê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî cih girt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demeke dirêje li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîde de tê ragirtin, bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re cara 6an e bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Raya giştî ya cîhanê fikir nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanê ji nêzîk ve dişopîne. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan derbarê naveroka hevdîtinê de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

* Di serî de rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa bû?
Rewşa tenduristî û coşa Serok Apo pir baş bû. Me saetek û 40 deqîqeyan hevdîtin kir. Bi hevalên xwe yên li wir re li ser pêvajoyê xebatên xwe didomîne. Şert û merc wek berê ye. Me li cihê berê hevdîtin kir.
* Taybetmendî û cudahiya vê hevdîtinê û hevdîtinên berê çi bû?
Ew cara 6an e em bi Rêber Apo re hevdîtinê dikin. Di vê hevdîtinê de ji aliyê fizîkî ve Serok Apo bêhtir xurt bû. Bi hevalên li wir re xebateke mezin dimeşînin. Hevalên li cem Serok Apo ji malbatên xwe re gotine; ‘Dema me ya ku em êvaran pirtûkan bixwînin jî tune ye. Ew qas zêde dixebitin. Xebateke pir alî li wir tê meşandin. Ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ji bo çar aliyên Kurdistanê xebat tê meşandin. Ji bo Tirkiyeyê dê pêşerojeke çawa bibe, tekiliya Kurd û Tirkan dê çawa bibe. Li ser van mijaran gelek xebat tên kirin. Ew ne xebatên rojane ne. Xebatên stratejîk in. Bi stratejiyeke mezin herêma Rojhilata Navîn dê çawa bê dîzaynkirin Serok Apo ji bo wê dixebite. Lê Serok Apo di aliyê fîzîkî de bêhtir xurt bû.
* Di hevdîtinê de ewilî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kîjan mijarê dest bi axaftinê kir û herî zêde li ser kîjan mijarê rawestiya?
Serok Apo herî zêde li ser serdema nû nirxandin kir. Di serdema nû de siyaset dê çawa pêş bikeve? Tekiliya Tirk û dewletê bi Kurdan re dê çawa be? Di pêvajoya hatiyê destpêkirin de rastî û heqîqeta vê erdnîgariyê dê çawa were pêşxistin? Bêhtir li ser van mijaran rawestiya. Dê dewlet çawa nerm bibe? Polîtikayên ku sed salin dimeşîne dê çawa dev jê berde? Kurd dê modeleke çawa pêşbixînin? Bêhtir li ser van mijaran sekinî. Bêtir li ser mijara Siyaseta Kurdan dê çawa xwe nûjên bike? şirovei kir. Serok Apo got, ‘Ew serdem serdemeke nû ye û gelek tişt dê ji serî heta binî bên guhertin. Divê hemû kes li gor wê xwe amade bikin.’ Serok Apo ji bo siyseta Kurdan jî got, ‘Teorî xurt e lê êdî hewcehî bi tiştên şênber ên pratikî heye. Konferans, kongre û civînên gel dikin lê dê saziyên xwe çawa ava bikin? Divê di qada siyasetê de pratîk behtir bê xurtkirin.’ Serok Apo zêdetir li ser pratîzekirina teoriyê ya siyaseta Kurd şîrovê kir.
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala serdemeke nû dike. Di vê serdema nû de Abdullah Ocalan xebatên siyaset û saziyên demokratik çawa dişopînê û dinirxîne. Gelo çi pêşniyaran ji bo siyaset û saziyên demokratik dike? Di vê serdema nû de divê dewlet gavên çawa biavêje?
Serok Apo ji bo dewletê jî hinek tişt gotin û ji bo siyaseta demokratik jî hinek tişt gotin. Serok Apo got ku heta niha çek hebûye lê niha li şûna çekan siyaseta demokratik û hiqûq heye. Serok Apo li ser vê yekê got divê saziyên demokratik û siyaseta demokratîk bê avakirin. Div dewlet jî hinek tiştan qebûl bike. Serok Apo got ‘Li ser ziman, çand û hebûna Kurdan polîtikayên asîmîlasyonê hene. Lê dema ku heza we ya siyasî tune be, hişmendiya we hatibe parçekirin ziman jî dê qels bibe.’ Serok Apo got ‘Ji bo vê yekê jî lazim e hêza siyasî hebe û hişmendiyeke xurt û koordînekirî hebe. Heke hişmendiyeke belavbûyî hebe, ew nabe hêz. Dê ziman û aliye çandî jî dê qels û belavbûyî be.’ Serok qala aborî û sermayê jî kir û got ‘Divê ew alî jî di nava pêvajoyê de cih bigire.’
Ji bo dewletê jî got; ‘Divê dewlet jî nerm bibe û di aliyên hiqûqî û siyasî de gavan biavêje. Tiştên ku dewlet bike ew e ku van gavan biaveje ye.’ Serok Apo di hevdîtinê de qala qeyûman jî kir. Serok Apo bêhtir qala Şeredariya Mêrdînê kir û got, ‘Divê qeyûm rabin û hevşeredar vegerin ser karên xwe.’ Serok dibêje êdî divê qeyûm rabin. Serok erkên ku dewlet bike û em bikin dike. Dibêje ‘Divê nevaroka komînan bên avakirin û dagirtin.’ Êdî di pratîkê de em dikarin çawa encamê bistînin. Ji bo DEM Partiyê jî got ‘Divê heêza xwe ji sêdî 50 zêdetir bike. Divê hûn bi gel re bixebitin. Herêma Botanê ji bo me girîng e. Li wir şerê taybet jî hat meşandin. Ji bo wê jî divê li wê herêmê xebateke taybet bê meşandin.’ Bêtir li ser nûkirin û nûjênkirinê rawestiya.
* Dema we ev hevdîtin kir êrîşên Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê dest pê nekiribû. Lê qala êrişekê dihat kirin. Gelo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çi got?
Di vê hevdîtina dawî de me li ser rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê hinek tişt bi Serok Apo re parvekirin. Qala meşên li wir tên li darxistin û geşedanên li Rojhilat û Îranê kir. Di vê hevdîtina dawî de Serok Apo zêde li ser Rojhilat û Îranê nesekinî. Lê di hevdîtina me ya yekêm a sala par de Serok Apo bêhtir li ser Rojhilat û Îranê axivîbû. Salek û nîv di ser wê hevdîtina me re derbasbû. Serokatî di wê hevdîtina me ya 23ê Cotmeha 2024an de li ser dewletên Rojhilata Navîn gelek nirxandin kir. Serokatî di wê demê de diyar kir ku dewletên Rojhilata Navîn an dê xwe biguherînin an jî ku di aliyê demokrasiyê de xwe neguherînin dê rastî mudaxaleyan bên û got; ‘Ji bo mudaxale nebe divê xwe biguherînin.’ Lê niha pêvajoya em di nav re derbas dibin û êrişên li ser Îranê jî nîşan dide ku dewletên Rojhilata Navîn ku di statukoyê de israr dikin û di aliyê demokrasiyê de xwe naguherînin di çi rewşê de ne li pêş çavan in.
* Piştî êrişên li ser Rojava gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê daketin qadan û li dijî êrişan çalakî li darxistin. Rêberê Gelê Kurd li ser çalakiyên li çar aliyên Kurdistanê hatin li darxistin û rihê yekitiya Kurdan ku derket pêş çi got?
Serok Apo êrişên bi taxên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpêkir û meheke dom kir ji nêzîk ve şopand. Serok Apo li ser çalakiyan û rihê ku derket pêş jî nirxandin kir. Serok Apo ji hemû gelên ku ji bo Rojava rabûn ser piyan re silavên xwe şandin. Bi taybet jî li Ewropa ku bi rojan li ser piyan bû silavên taybet şandin. Ji aliyê yekitiyê ve jî dixwazê bi PDKê û YNKê re hevdîtin bike. Ji bo Başur jî hinek nirxandin kir. Ew jî divê bi muxatabe wan re bê parvekirin.
Serok Apo bi taybet ji welatiyên li Ewropa re silavên xwe şand. Ji bo parastina Rojava welatiyên li Ewropa li ser piyan bû. Serok Apo got, ‘Dibe ku ez di pêşerojê de ji bo welatiyên li Ewropayê nameyekê bişînim.’ Serok Apo diyar kir ku ji bo welatiyên li Ewropa ku pirsgirêkên wan ên qanûnî hene vegerin warên xwe jî xebatan didomîne. Serok Apo got, ‘Îhtîmaleke mezin dê di pêşerojê de derî li welatiyên ku li Ewropa ne bê vekirin. Dê derî li siyasetmedarên li Ewropa jî bê vekirin û dê karibin vegerin.’ Ez jî bêhtir li Ewropa diçim welatên Îskandinav (Norveç-İsveç). Min ji Serok re got li wir Kurdên Anatoliyaya Navîn hene ji we re silavên xwe hene. Serok jî ji hemû Kurdên Anatoliya Navîn ku di dema Osmanî de sirgun bûnê û xwedî li hebûn nasnameya xwe derketine re silavên xwe şandin û got, ‘Daxwaza min ji wan ewe ku werin di nava DEM Partiyê de têkoşîna siyasî xurttir bikin.’ Silavên Serok ji hemû Kurdan re hebû.
* Rapora hevpar a Komîsyona Meclise jî hat ragihandin. Di raporê de Mafê Hêviyê weke nav cih negirt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser rapora hevpar û mafê hêviyê nirxandin kir an na?
Serok Apo li ser rapora hevpar zede nirxandin nekir. Lê hefteya em çûn di komcivîna MHPê de çend tişt hatibûn gotin li ser statuya Grava Îmraliyê. Divê ew statu were diyar kirin. Girava Îmraliyê girînge û statuya wir jî girîng e. Rêber Apo jî qala statuya Girava Îmraliyê kir. Rêber Apo li ser vê yeke ev tişt gotin; ‘Ew der girîng e. Li vir em xebatekê dimeşînin. Divê navek lê bê kirin. Serok Apo hertim tiştên erênî û aliyên pozîtîf derdixînê pêş. Em nikarin bêjin ew rapor dê bibe çareseriya pirsgirêka Kurd û hertişt di raporê de heye. Serokatî jî di peyama xwe de weke gaveke destpêkê pênase dike. Serokatî ji bo dewletê jî dibêje êdî gavên pratîkî hewce ne. Li ser pêvajoyê saziyên dewletê û rêyedaran gelek nirxandin kirin. Lê divê êdî gavên şenber bên avetin. Ji bo gavên şenber jî hewcehî bi gavên qanûnî heye. Lê beriya guherandina qanûnan desthilat dikarê gavên pratîkî jî biaveje. Dikarê sepana qeyûman bi dawî bike û hevşeredar vegerin ser karên xwe. Dikare biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk bîne. Dikare Lîjneyên Çavderiya Girtîgehan ku pêşiya berdana girtiyan weke astenge ji holê rakin. Bi van gavan dikarin pêvajoyê nerm bikin. Ji bo wê jî divê gavên şenber bên avetin.
* Gelê Kurd, siyaseta Kurd û demokratik daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Gelo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser azadiya xwe tiştek got? Heke şert û mercên wî yên azad pêkneyên dê pêvajo çawa pêş bikeve?
Serok Apo dema qala statuyê kir got, ‘Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.’ Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan jî di wir de ket navberê û got gel dixwazê êdî te li derve bibîne. Serok Apo jî got ‘Derketina min a li vir derketina gelê Kurd e.’ Serok Apo şert û mercên xwe û ya Kurdan yek dibine. Ji bo Serokatî behtir bikare rola xwe bilîze divê behtir derfet bên afirandin. Her çiqas şande û parêzer diçin girava Îmraliyê jî teng dimîne. Ji bo Serok Apo bêhtir rola xwe bilîzê divê di şert û mercên azad de bixebite. Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rojane rojev diguhere. Her roj tiştek diqewime. Gelek xeterî jî çêdibin. Ji bo Serok Apo mudaxeleya van tiştan bike û bêhtir mudaxilî siyasetê bibe divê şert û mercên Rêber Apo bên guherandin. Gelê Kurd jî dixwaze Serok Apo li derve bibîne. Divê Serok Apo di şert û mercên azad de bixebite û peyam û nêrînên xwe ji raya giştî re parve bike. Ew tiştekî xwazayî ye.
Niha piştî şerê 50 salî pêvajoyek hatiyê destpêkirin. Muxatabê vê pêvajoyê jî divê di şert û mercên azad de be. Hûn dibêjin em ê bi Kurdan re çareseriyekê pêş bixin. Lê Rêberê Gelê Kurd di zindanê de be ew ji aliyê Kurdan ve jî nayê qebûlkirin û aştî jî pêşnakeve. Heke çareseriyek û aştiyeke bi rûmet pêk were helbet divê Serok Apo jî azad be. Divê dewlet û desthilta Tirkiyeyê van tiştan bifikire û li ber çavan bigire. Serok Apo jî dibêje, ‘Ji bo ez bikarim rola xwe bilîzim û mudaxil bikim divê şert û mercên min biguherin. Divê rojnamevan, akademisyen û kesayetan re bikarim hevdîtinan bikim.’ Raste pêvajoyek heye û hinek tişt dibin. Lê pêvajo giran dimeşe. Serok Apo di vê hevdîtinê de giran meşandina pêvajoyê şîrove kir. Got, ‘Her çiqas pêvajo giran dimeşe jî em li ser dixebitin.’
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Girava Îmraliyê de çiqas dikarê medyaya Kurd û ya Tirkiyeyê ya muxalefet û desthilatê bişopînê?
Serok Apo çapemeniya Tirkiyeyê dişopîne. Dibe ku bi rêya şandeya rojname ji Serok re diçe. Lê dervayî wê çapemeniya Kurdan çiqas dişopînê nizanim. Şande jî mehe careke diçe. Lê çapemeniya Tirkiyeyê berfireh dişopîne û agahiya wî ji hertiştî heye. Dema şande diçe jî li ser geşedanan Serok agahdar dike.













