Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê daxuyand ku dê li Meletiyê pergala parastina hewayê ya Patrîotê were danîn.
Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê têkildarî tedbîrên ewlehiyê li ser malpera xwe daxuyanî da. Wezaret daxuyand ku wan bi NATOyê re di çarçoveya hevkariyê de ji bo parastina Tirkiye û mutefîkên li herêmê pergala parastina hewayê ya Patrîotê dê were danîn.
Şerê bi destê Îsraîlê û bi piştgiriya Amerîkayê li dijî Îranê daye destpêkirin berdewam dike. Îranê heya niha du caran berê fuzeyan da Tirkiyeyê. Armanca van fuzeyan ew bu ku baregehên li Amerîkayê yên li Tirkiyeyê bixe. Yekem fuzeya Îranê li Hatayê, ya duyemîn jî li Entabê hat xistin. Di her du bûyeran de jî tu zirar derneket holê. NATO ji ber herdu êrişên li dijî mutefîkê xwe Tirkiyeyê hatine kirin, tedbîrên ewlehiyê ji bo Tirkiyeyê zêde kirin. Lewre NATO biryar dar ku pergala parastinê ya hewayî ya Patrîotê li Meletiyê bi cih kir.
Balkêş e ku pergal di dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê pêş dikeve de tê danîn.









