Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê, bi civîneke çapemeniyê starta pîrozbahiyên Newroza 2026an da. Li Îzmîrê dê di 22yê Adarê de Cejna Newrozê bê pîrozkirin.
Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê starta Newrozê, bi civîna çapemeniyê ya li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê da. Li eywanê pankarta “Newroza azadî û demokrasiyê. Newroz pîroz be” hate daliqandin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, pêkhateyên DEM Partiyê, saziyên sivîl ên demokratîk û Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin beşdarî civînê bûn. Metna daxuyaniyê li ser navê komîteyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan ve hate xwendin.

‘Têkoşîna jiyana demokratîk berdewam dike’
Fulya Erdogan diyar kir ku ew Newroza 2026an di serdemeke ku cîhan û herêm bi krîzên kûr ên siyasî, aborî û civakî re rû bi rû ye pêşwazî dikin û wiha got: “Şerên ku li seranserê cîhanê mezin dibin, rêveberiyên otorîter û neheviya aborî, jiyana gelan her roj girantir dike. Rojhilata Navîn di navenda vê krîza gerdûnî de ye. Têkoşîna hêzên herêmî û hesabên jeopolîtîk, ji gelan re ne aşitî, lê şer û xizaniyê tîne. Di vê tabloya tarî de, têkoşîna gelan a ji bo jiyaneke azad û demokratîk mezin dibe. Perspektîfa civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan, îro ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bûye hêvî û alternatîf.”
Fulya Erdogan destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejneke, lê belê sembola berxwedana li dijî zulmê ye û wiha axivî: “Agirê Newrozê yê ku bi sedsalan e tê pêxistin, hafizeya berxwedanê ya gelê me zindî hiştiye. Newroza 2026an dê di heman demê de bibe Newroza ku hêviyên aştî û çareseriya demokratîk mezin dike. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îro li çar aliyê cîhanê bûye dengê hevpar ê jinan. Em bang li jin, ciwan, kedkar û hemû gelên xwe dikin ku di qadên Newrozê de bicivin.”
Banga beşdariya pîrozbahiyên Newrozê
Fulya Erdogan herî dawî bang li gel kir ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe û agahiyên bernameyên Newrozê parve kir.
Agahî bî vî rengî ne:
11ê Adarê, saet 14:00an: Bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, li Kadîfekaleyê bi pêşengiya jinan agirê Newrozê tê pêxistin.
22yê Adarê, saet 12:00an: Pîrozbahiya mezin a Newroza Îzmîrê li Qada Gundogduyê tê lidarxistin.













